'Ji ber zexta DAIŞ'ê me êdî hev nas nedikir'

Xelef Hisên yek ji koçberên Tebqayê ye. Li derdora xwe nihêrî, bi rûyekî bi ken got, "Bawer bike ku êdî zarokên birayê xwe nas nakim, baş e îro me hev dît. Ji ber hişmendiya DAIŞ’ê nikarim biçim mala birayê xwe."

Xelef Hisên bi temenê xwe 60 salî ye. Piştî meşa du rojan pişta xwe dabû hêtê baxçeyê xwe, bi malbatê re rûniştibû. Her roj bi sedan koçberên weke xalê Xelef li Tebqa û gundên wê ji hêla QSD’ê ve ji dest çeteyên DAIŞ’ê têne azadkirin. Heta niha 8 hezar kes di nav 10 rojan de gihaştin qadên ewle. Îro jî xalê Xelef û dused malbatên din hatin rizgarkirin. Xalê Xelef got, "Ev bû 3 sal ku bi vî rengî bi malbatê re rûneniştibûm. Ji ber ku DAIŞ nedihişt em bi bûkên xwe re, bi jinbirayên xwe re rûnin."

Xelef Hisên li derdorê nerî, bi rûyekî bi ken wiha berdema kir, "Bawer bike ku êdî zarokên birayê xwe nas nakim, baş e ku îro me li vir hev dît", lê ji nişka ve keserek hatiyê û wiha domand, "Rast e, em xilas bûn lê hê gelek xizmên min û xwişkên min di dest DAIŞ’ê de ne. Me mal û milkê xwe jî ji wan re hişt. Lê dîsa jî em ji wan gemariyan rizgar bûn."

Ji ber ku gelek nasên wan di destê DAIŞ’ê de bûn, kesekî ku nexwest navê xwe bibêje û got, "Her kes li benda vê rojê bû. Min bi xwe malbata xwe ji dest DAIŞ’ê revand. Gule li me reşandin, lê em ranewestiyan, du xort li motorê siwar bûn, DAIŞ’ê gule li wan reşand nizanim çi bi wan hat."

Her koçberek bi çîrokeke cuda ye. Nebhhan Ehmend jî ku ji bajarê Tebqayê ye got: "DAIŞ li herêmê kar nehiştiye. Ev bû sê sal ku min destê xwe nedaye karekî. Ji ber ku yan divê tu bi wan re bixebitî û yan jî kar nîn e. Lewma bi gel re êdî heqê nanekî jî nîn e."

Li hêlekê jî komeke jin li hev kom bûbûn, yekê ji wan bi dengekî bilind bang kir û got, "Ez hê jî bawer nakim ku em rizgar bûne. Me ser û çavê xwe vekiriye û cilên rengîn em li xwe dikin." Piştî vê gotinê jinên li wir hemû keniyan civata xwe domandin.

QSD amadekariyê dike ku koçberan bibe bajarê Minbicê û gundên lê dixwazin bi cih bike.