Ji ber teqîna mayinê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li Xurmatûyê, ji ber teqîna mayinê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, ku yek jê fermandar e.
Li Xurmatûyê, ji ber teqîna mayinê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, ku yek jê fermandar e.
Li navçeya Xurmatû ya Eyaleta Selheddînê, duh bi şev saet di 22:30 de mayin bi pêşmergeyan ve hate teqandin.
Êrîş li gundê Dibc ê Xurmatûyê hate kirin. Ji ber êrîşê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, ku yek jê fermandar e. Pêşmergeyek jî birîndar bû.
Ji fermandarên pêşmergeyan Rêkewt Mihemed ragihand, êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kirin û anî ziman, dema fermandarê pêşmergeyan tûgaya li gundê Dibcê ziyaret dikir, êrîş hatiye kirin.
Cenazeyên pêşmergeyên şehîd bûn, rakirin morga nexweşxaneya Xurmatûyê.