Ji ber şerê rantê yê li nava AKP'ê bi sedan kesî îstifa kir

Li navçeya Erdîşê ya Wanê, ji ber şerê rantê bi sedan kesî ji AKP'ê îstifa kirin.

Ji ber şerê rantê yê navbera Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas û rêveberiya AKP'ê ya Erdîşê, Serokê AKP'ê yê Navçeya Erdîşê Nedîm Saglam, Seroka Baskê Jinan a Erdîşê Nesîbe Beyaztaş, 45 endam, berpirsyarê sindoqa hilbijartinê ya 101'ê û nûnerê taxa 1029'an îstifa kirin.

AKP ku li Tirkiyeyê dengê xwe kêm dibe, li Kurdistanê jî dibe partiyek ku tenê tabelaya wê heye.,

Hevşaredara HDP'ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn, bal kişand ser îstifayên hefteya dawî yên li nava AKP'ê û got, "Bi îstifaya li Erdîşê re pirsgirêkên nava wan bi rengekî eşkere şênber bû. Ev feraseta ku li Erdîşê di sala 2019'an de derfetên dewletê hemû seferber kir, piştî ku fêhm kir wê winda bike bi hev ket. Parlamenterê AKP'ê Abdulahat Arvas di dema hilbijartinê de êrişî HDP'ê, polîtîkaya me, feraseta me ya şaredariya gel kiribû. Halbûkî me nexapand, me xizmet ji gel re kir. Lê wan heqê mirovan xwar, gel xapand û bi navê ol gel talan kir. Niha jî ez ji wan re dibêjim; gelo em rastiyê ji hilbijêrên xwe re dibêjin, durust tevdigerin yan jî hûn?"

Çetîn diyar kir ku AKP'î ji ber rantê bi hev ketine û got, "Encamên anketê ku nîşan didin AKP daketiye binê ji sedî 20'î, nîşan didin ku wê biçin. Êdî tirs bi kêr nayê, wê biçin. Serokên navçeyan hînê doh qeyûm diparastin, lê îro xwe mexdûr nîşan didin."