'Ji ber ku herêmeke stratejîk e êrîşeke mezin li ser hebûna wê dike'

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilata Kurdistan (YRK) Şiyar Şevger di derbarê rewşa dawî ya zext û zilma rejîma Îranê ya li ser herêma Hewramanê nirxandinên girîng kir û got ku rejîma Îranê dixwaze dîroka Hewramanê tine bike.

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger siyasetên rejîma Îranê ya li ser giştî Rojhilatê Kurdistanê û taybetî hin herêmên wê birêve dibe nirxand û got: “Weke tê zanîn lîstokên rejîma Îranê yên li ser gelê Kurd bi awayekî binkol, durû û bi rêbazên pir hovane û qirêj, bi her cûre ketîbûnê bi taybetî li ser herêma Hewraman, Kosalan, Şaho şerekî taybet birêve dibe. Ji ber ku gelê wan herêman welatparêz û xwedî dîrokekî kevnar e, ji bo vê jî bênavber bi hemû dek û dolabên xwe qirkirina çandî û xwezayî pêk tîne. Di heman demê de ji bona ku ev dîrok tune bibe, bi rêya oldariyeke sexte zextê li gel dike. Ji bona ku rastî û cewhera ciwanan ji wan were veşartin, ciwanan fêrî madeyên hişber dike û bê çandiya herî mezin bi taybetî li Hewraman, giştî Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş dixe. Bi wî şeklî ciwanan ber bi sîstema qirêj ve dikîşîn e. Di wê demê de bi taybet di milê aborî de ku gel pir zehmetî dikişîne, dixwaze gel hevcedarê xwe bike, ango bike besîc, sîxur û bixe nava defika madeyên hişber.

Şevger li ser qirkirina gelan a bi destê Îranê wisa dinirxîne: “Dagirkeriya Îranê hewl dide ku gel nekaribe bi xwe jiyana xwe temîn û birêve bibe, ji ber wê jî gelê wan herêman û gelê Îranê hevcedarê xwe dike. Ji bo ku rêyekî ji bo jiyankirinê nemîne, rojane bi destê xwe yên qirêj gelek kolberên kedkar yên bêsûc dikuje. Dagirkeriya Îranê bi xebatên xwe yên veşartî re weke hucreyan di nava gel de bi cih dike û xebatên sîxurtiyê birêve dibe. Ji bo ku kes ji hev bawer neke û çanda bawerî ya ku bingeha xwe ji dîrokê digire di nav gel de lawaz bike. Rojane bi rêbazên cuda cuda dixwaze pergala xwe yê sîxurtiyê di nav civakê de bihêz bike. Ji bo ku pêşiya yekîtiya Kurdan bigire, dixwaze bi lîstokên xapîner ji lewaztiyên ciwanên Kurd sûdê bigire û Kurd bike sîxurê Kurd, bike dijminê navxweyî. Lê belê tê zanîn ku ti carî gelê Kurd li hember jiyana azad bê bawer û bê hêvî nakeve û têkoşîna xwe gav bi gav bilindtir dike.

Bê exlaq kirin û bi vî rengî rêvebirina civakê polîtîkayê bingehîn a pergala şerê taybet e. Di wê polîtîkayê de armanc eve ku civakê ji cewhera civakbûyînê dûr bixe, ev yek di civaka Kurdistanê de bi rengê lewazkirina şopa jiyana exlaqî û polîtîk xwe nîşan dide. Rizîbûneke di hêla exlaqî de encax bi destavêtina jin ve pêkan e. ji bo vê jî dagirkeriya Îranê di her mekan û zemanê de li hember jinan tacîz û tecawizan pêş dixe û di temeneke pir biçûk de di bin navê zewacê de li ser jin qetlîam pêk tîne û wî jî normal dike.”

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser êrîşên hovane yên rejîma dagirker a Îranê ya li hember malbatên şehîdan û yên welatparêz û anî ziman; “Di wan êrîşan de gelek ji wan dixe girtîgehê, hindek ji wana li sêdare didin an jî bi rengekî veşartî qetil dikin. Wê jî bi rêya antî propagandeya li hemberî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) pêk tîne. Di heman demê de jî pir tiştên ku nehatine ser ziman, dijmin li gor xweseriya herêmê bi polîtîkayên şerê taybet ên cûr bi cûr ve zextekî pir alî li ser wan dimeşîn e. Armanca destpêkê ev e ku gel ji rastiyê îzole bike û bertekên heyî bê bandor bike. Ji bona vê jî li hember çand, civakîbûyîn û dîrok, wate bi giştî li ser hebûna vê hermê êrîşekî pir mezin birêve dibe. Ji ber dijmin dizane ku di her milî de Hewreman diyardeyeke stratejîk îfade dike.”