Ji ber ku HDP’yî ye karê wî hat sekinandin

Fadil Bariştiran ku li Wanê bazirganiyê dike, firmaya Kuryetiyê nasnameya wî ya siyasî hince nîşan da û peymana wî ya kar ku pê re çêkiribû betal kir. Beriya niha jî pirtûkxaneyek vekiribû lê belê ji ber heman sedemê pirtûkên wî hatibûn desteserkirin.

Fadil Bariştiran ê ku li Wanê dijî û beriya niha di partiyên DEHAP, HADEP, DTP, BDP de rêveberî kirî, ji ber nasnameya xwe ya siyasî destûr nayê dayîn ku bazirganiyê jî bike. 

Bariştiran beriya niha jî li Wanê pirtûkxaneyek vekiribû lê belê polîsan di ser pirtûkxaneyê de girtibû û pirtûkên wî desteser kiribûn. Niha jî li Wanê şaxa Kuryetiyê vekiribû lê belê bi heman hincetê, peymana wê hate betalkirin û girtin. 

Rayedarên fîrmaya Kuryeyê qaşo giliya ‘Nasnameya vî kesî ya siyasî metirsî ye’ kirine hincet û peymana bi bariştiran re çêkirî bi yekalî betal kirin. 

Rayedarên fîrmyê, bi awayekî eşkere ji Bariştiran re ragihandine ku peyman ji ber sedemên siyasî betal kirin. 

Bariştiran nerazîbûnê nîşanê vê helwestê dide û dibêje, ji ber nasnameya min a siyasî nahêlin ez bixebitin. Beriya niha min pirtûkxane vekir nehiştin bixebite, niha jî şîrketa min a kuryê digirin. Em li vî welatî siyasetê dikin û em ê bikin jî. Bi vî awayî nikarin me biçewisînin. Em ê li ser çand û nasnameya xwe bijîn û siyaseta wê jî bikin.