Ji ber ku bi Tirkî nizane êşkenceyê li girtiya nexweş dikin

Girtiya nexweş Sabîha Uuzun ji bo ku bi Tirkî nizane li nexweşxaneyan nayê mieyenekirin.

Sabîha Uzun (58) ku li taxa Firatê ya Nisêbînê ya Mêrdînê dima, Adarê bi îdîaya ku xubar li ser heye bi ser mala wê de girtin û hate destgîr kirin.

Sabîha Uzun ku şahidên veşartî li ser dane, dema berxwedana xwerêveberiyê mala xwe bernedabû û ji bo vê jî tê sûcdarkirin.

Diyar bû ku Uzun a ku ev 5 meh in li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê girtî ye, bi nexweşiyên giran e. Sabîh Uzun ji ber strêsa ku dijî devera zeniya wê werimî ye, her wiha hate gotin nexweşiya dil û şekir jî bi Uzun re heye û seraqet wê radikin nexweşanê.

Uzun çend heftiyên bihurî jî ji ber werimandina li ser ser singaê rakirine nexweşxanê, ji ber sedema ku wergêrê Kurdî nebûye, nekarîbûya ku derde xwe ji doktor re bibêje. Uzun ji ber sedema ku bi ku bi Tirkî nizane li gel ku tê zanîn zehmetiyan dijî jî, wergêrê nadin û rontgerên nexweşxane jî bi zorê digirin.