Ji Bakur heta Başûr gerîla lê dide: Kontrayek û 25 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger ên gerîla de kontrayek û 25 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla ti windahî nedane.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rêbaza tîmên bi tevger û nîvtevgerîn ji Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê bi rengekî serketî bi kar tînin. Hêzên me ku bi taktîkên gerîla yên afirîner ên bi rêbaza tîmên bi tevger bi hostatî pêk tînin, bi van çalakiyên xwe hem derbên giran li dagirkeran dixin hem jî gihîştine wê astê ku qet windahiyan nedin. Bikaranîna rêbaza tîmên bi tevger a bi serketî, perfomansa şer a serketî û asta profesyonelbûna hêzên me ya bi ruhê fedaî di hunera leşkerî de radixe pêş çavan. Tîmên me yên bi tevger ku bi ruhê pêngava şoreşgerî ji Bakur heta Başûr li her derê çalakiyan dikin, di encama çalakiyên tîmên bi tevger de kontrayek û 25 dagirker ceza kirin, 4 dagirker jî birîndar kirin, çekeke A4 îmha kirin. Qadên berxwedanê ji aliyê artêşa Tirk ve bi obusan, 21 caran bi balafiran û 14 caran jî bi helîkopteran hatin bombekirin."

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Şervan-Şehîd Diljîn Egîdên Botanê de;

13'ê Hezîranê saet di 19:00 de li qada Girê Tenûrê ya herêma Bestayê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di çalakiyê de kontrayek hate cezakirin û çekek A4 hate îmhakirin.

11'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Xelîla ya navçeya Şax a Wanê dest bi operasyonekê kir. Tîmên me yên bi tevger hêzên dagirker xistin bin kontrola xwe û 18'ê Hezîranê saet di 20:40'î de ji 3 baskan ve bi koordîneyî xwe berdan nava dagirkeran. Bi qasî ku hêzên me zelal kirine herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 19'ê Hezîranê saet di 05:00 de kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qada operasyonê birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Şehîd Savaş Maraş de;

19'ê Hezîranê saet di 11:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê FM, li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bên, tîmên me yên bi tevger çalakî kirin û dagirkerek ceza kirin. Saet di 12:20'î de 2 dagirkerên ku hewl dan bên gel dagirkerên hatine cezakirin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin cezakirin. Saet di 12:30'î de komeke din a dagirkeran bû hedefa tîmên me yên bi tevger û di encama derbên bi çekên ferdî û bombeyan hatin lêxistin 2 dagirkerên din hatin cezakirin. Saet di 17:15'an de tîmên me yên bi tevger bi dagirkeran hesiyan û kemîn danîn ber wan. Piştre jî şer qewimî. Di şer û kemînê de 2 jê sekvanên dagirker 9 dagirker hatin cezakirin, 4 jî birîndar bûn. Dagirkerên ku derb xwarin û ketin nava panîkê li qadê belav bûn. Saet di 18:35'an de jî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê vê carê bi sûîqestê bi hostatî li dagirkerên belavbûyî xistin û 6 dagirker ceza kirin.

19'ê Hezîranê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirkerên ku dixwestin bombeyan biavêjin tunelên şer, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin.

19'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li dagirkeran werdan ku dixwestin bombeyan biavêjin tunelên şer ên li Şehîd Yûnûs. Piştî vê destwerdanê dagirkeran bi astekê xwe vekişandin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

19'ê Hezîranê drone li ser qadên berxwedanê yên Girê FM û Karker geriyan.

19'ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliYê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

19'ê Hezîranê qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Kurojahro, Saca, Karker, Çemço û derdora gundê Şiyê yê nehiya Dînartê ya herêma Garê 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Hezîranê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî û Werxelê 14 caran bi helîkopteran hatin bombekirin."