Ji Çanakkaleyê heta Cizîrê, lêgerînekî rastiyê...

Îbrahîm Temel ê ji navçeya Patnos a Agiriyê, li nava malbateke ji 16 zarokî ji dayik bû. Neçar ma ku koçî Çanakkaleyê bike. Di dema xwerêveberiyê de li Cizîrê li ber xwe da. Îbrahîm Temel bû lêgerînerekî azadiyê.

Li gel polîtîkayên şerê taybet û hilweşîner ên dewletê jî, berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, mîna destaneke lehengiyê di bîra gelê Kurd de ma. Di ser vê berxwedanê re 5 sal derbas bûn. Yek ji sedan ciwanên ku bi mehan li dijî tank û çekên giran ên dewletê li ber xwe dan Îbrahîm Temel (Serdem Pîr) bû.

Îbrahîm ku weke 'Reşo' yê Nisêbînê, 'Mawa Fûat' ê Cizîrê dihate naskirin, tevî temenê xwe yê ciwan di demeke kurt de bi wêrekiya xwe cihê xwe di mejiyê her kesî de girt. Li her cihê ku lê ma, navê wî bi lehengiyê hate bîranîn.

JI ÇANAKKALEYÊ BER BI KURDISTANÊ VE

Îbrahîm li navçeya Patnosê ya Agiriyê ji dayik bû. Li nava malbata ji 16 zarokî ew zarokê 9'an bû. Li navçeya ku lê ji dayik bû nekarî zêde bimîne û neçar ma koçî Çanakkaleyê bike. Li vir perwerdeya xwe dewam kir. Di demeke kurt de rastiya gel û xaka xwe dît û li dibistana lîseyê, têkoşîna siyasî nas kir.

Îbrahîm di nava hevalên xwe de beriya her tiştî weke 'dilê wêrek' dihate naskirin. Sala 2013'an biryar da ku berê xwe bide çiyê. Îbrahîm ku di temenekî ciwan de dest bi têkoşînê kir, destpêkê li Nisêbînê, piştre jî li Cizîrê têkoşîna xwe dewam kir.

Îbrahîm di navbera salên 2013 û 2015'an de li Nisêbînê cihê xwe di nava karên ciwanan de girt. Li navçeyê ji aliyê her kesî ve bi navê 'Reşo' dihate naskirin. Di vê demê de li navçeyê li dijî narkotîk, fûhûş û sîxuriyê têkoşiya.

Îbrahîm ku ji aliyê xelkê navçeyê ve dihate naskirin û bi samîmî, bêtirs bû mînak ji ciwanên li navçeyê re, bi sedan ciwan ji nava çirava narkotîkê rizgar kir.

DAYIKAN QALA WÎ KIRIN: EM GELEKÎ BÊRIYA WÎ DIKIN

Îbrahîm ku bi çalakiyên xwe tirs berdida dilê polîsên li navçeyê, ji aliyê malbatên li navçeyê ve jî gelekî dihate hezkirin. Dayikeke Nisêbînî ku wê demê Îbrahîm nas dikir, wiha qala wî kir: "Li Nisêbînê her tişt bi wî re guherî. Tiştên ku bêtirs li vir kir, kir ku ciwan û dayik pê bawer bin, jê hez kirin. Dayikan mîna kurê xwe lê dinêrîn.

Em ji samîmiyet û wêrekiya wî piştrast bûn. Niha jî kengî wêneyê wî dibînim digirîm. Dengê wî gelekî xweş bû, lê bi zorê stran digot. Xew bi çavên wî nediket; heta serê sibehê li ser piyan bû. Her tim dixebitî, gelekî bêriya wî dikim. Êşa wî wê dilê me dayikan de be."

Piştî ragihandina xwerêberiyê derbasî Cizîrê bû.

BÛ MAWA FÛAT Ê CIZÎRÊ

Îbrahîm ku di demeke kurt de ji aliyê xelkê Cizîrê ve hate hezkirin, di dema qedexeya derketina derve ve destpêkê tevlî berxwedana li Nûrê, piştre jî beşdarî berxwedana li taxên Cûdî û Sûrê bû. Îbrahîm ji aliyê xelkê Cizîrê ve weke 'Mawa Fûat' hate naskirin. Ciwanên Cizîrê bi van gotinan qala wî kirin: "Di nava dayikan de gelekî dihate hezkirin, mîna ku bi salan li gel wan maye. Xwedî kesayetekî gelekî baş û çêker bû. Dema ku pirsgirêkek çêdibû bi şev û bi roj pê re mijûl dibû û çareser dikir.

Ji ber vê yekê her kes bi hurmetî nêzî wî dibû. Bi şev bi ciwanan re me dagir dadidan û li dora wê rûdiniştin. Her kes li hev dicivand û pirtûk dixwend. Carna helbest dixwend, carna jî ji me re stran digot. Hêvî dida her kesî. Hevalên li dora wî ewqasî pê bawer bûn ku bi gotineke wî amade bûn canê xwe bidin."

'EZ LI CIZÎRÊ ŞEHÎD BIKEVIM'

Ciwanekî din ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de ew nas kir, wiha qala Îbrahîm kir: "Dema kete nava gel navê wî hebû, lê kesî ew nas nedikir. Xwedî sekneke rêzdarî, mert û wêrek bû. Hevalê Fûat li vê derê karê xwe yê destpêkê li dijî narkotîkê kir. Xwe gihand bi sedan ciwanên ku madeyên narkotîkê bi kar dianîn û rastiya partiyê bi wan da naskirin.

Gelekî hez ji xwendina pirtûkan dikir. Ji ber ku her kesî bi vê zanîbû jê re digotin 'Mawa Fûat'. Mirovekî fedakar bû. Malbatên li vê derê gelekî hurmet nîşanî wî didan. Her carê digot, 'Eger ez şehîd bikevim divê li Cizîrê şehîd bikevim'. Ev der bûbû mala wî."

DI ROJBÛNA WÎ DE JI JÊRZEMÎNÊ HATE DERXISTIN

Di dema qedexeya derketina derve de ya 14'ê Kanûna 2015'an, Îbrahîm tevlî berxwedana li taxê bû, herî dawî derbasî taxa Cûdî ya jêrzemînên Cizîrê bû. Îbrahîm di şer de ji lingê xwe birîndar bû û li jêrzemînê bi rojan tedawî bû.

Li jêrzemîna ku di dosya dewletê de weke 'avahiya C-3154' derbas bû, ku ji aliyê raya giştî ve jî weke 'Jêrzemînên Cizîrê' dihate naskirin, di navbera 6-7'ê Sibatê de şehîd bû. Di 25'ê Sibatê roja rojbûna wî de ji jêrzemînê hate derxistin û ew birin morgê. Cenazeyê Îbrahîm di Gulana 2016'an de ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û li Patnosê hate veşartin.