Jeffrey û Barzanî hevdîtin pêkanîn
Nûnerê Emerîka yê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêkanî.
Nûnerê Emerîka yê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêkanî.
Nûnerê Devletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) yê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey ji bo hinek hevdîtinan bike, serdana bajarê Hewlêr ya Herêma Federe a Kurdistanê kir. Jeffrey di çarçoveya serdana xwe de bi serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.
Di hevdîtina Jeffrey a bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî de Serkonsolgerê DYE yê Hewlêrê Stêfan Fagîn, Fermandeyê Hêzên li Sûriyê de dimînin Tûmgeneral Erîc T. Hîll û rayedarên din jî tevlî bûn. Hate zanîn ku di hevdîtinê de têkoşîna hevbeş ya li dijî DAÎŞ’ê hatiye nîqaşkirin.
Her wiha di hevdîtinê de derbarê xwepêşandanên li Iraqê û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gotûbêj hatiye kirin.
Piştre Jeffrey bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.