JAS’ê ji bo Celaliyan û 9 hevalên wê bang kirin

Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) ên li Rojava ji bo Zeynep Celaliyan û 9 hevalên wê yên ku li Îranê di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ne bang kirin.

Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî dan greva birçîbûnê ya girtiya jin a Kurd Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din ên girtî yên ku di 30’ê Tîrmehê de li dijî zextên rayedarên girtîgeha bajarê Xoy ê girêdayî parêzgeha Urmiyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Di daxuyaniya Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) de greva birçîbûnê ya Zeyneb Celaliyan û 9 jinên din hate silav kirin û wiha hate gotin; “Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşek demokratîk a bi hêza xwe ya cewherî pêş dikeve, weke li Rojava, her roja diçe wê pêş bikeve. Di serî de jin wê faşîzma Îranê hilweşînin  û bigihêjin azadiyê.

Greva birçîbûnê ya hevrê Zeynep û 9 jinên girtî û biryara darvekirinê ya derbarê Penahî de, ji bo me bangeke pir zelal e. Pêş niha 10 salan jinan çewan li dora hevrê Zeynep xeleka piştgiriyê çêkirin, biryara darvekirinê rakirin, îro carek din divê ji bo tevahî girtiyên siyasî yên li Îranê vê xelekê carek din çêkin. Em weke hêzên têkoşîna azadiya jinê di serî de jinên şoreşger û sosyalist li gel tevahî gelên Rojava Kurd, Ereb, Aşûrî, Ermenî, Suryan û Tirkmen, pêwîst e xwedî li hevrê Zeynep û hevrêyên wê derkevin.”