JAS: 2019 wê bibe sala berxwedanê ya jinan

JAS'ê sala nû pîroz kir û bal kişand ser destketiyên sala 2018'an Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê sala 2019'an bikin sala berxwedana jinan."

Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi wesîleya sersalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sala 2018'an a têkoşînê ku bi berxwedana Efrînê dest pê kir, em di pêvajoyeke welê de bi dawî dikin ku ji bo berxwedaneke nû û mezintir amadekariyan dikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Sala 2018'an bû saleke ku me destketiyên şoreşa xwe ya jinê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin kirin û hêzên xwe yên xweparastinê xurt kirin. Jinên ku li refên herî pêş ên berxwedana Efrînê cih girtin, di nava salê de li kolanan, li çeperan şoreşa me ya jinê parastin."

'BERXWEDANA GUVEN DENG VEDA'

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dawiya sala 2018'an bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin û li her parçeyên Kurdistanê, zindanan û Ewropayê belav bû.

JAS'ê ragihand, Erdogan ji bo fetisandina şoreşa jinê û ji bo dagirkeriyê li firsendê digere û hate destnîşankirin ku wê rê nedin êrîşan.

JAS'ê got, "Em ê sala 2019'an bikin sala berxwedana jinan" û sala nû li jinan hemûyan û gelan pîroz kir.