Irmak SEGBÎS red kir, doz hate taloqkirin

Parlamentera Colemêrgê ya HDP'yî Selma Irmak ku bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye” doz lê hatiye vekirin û girtî ye, red kir ku bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bibe. Rûniştina dozê taloqî 23'ê Çileya 2018'an hate kirin.

Doza Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selma Irmak ku bi îdîaya “Heqaret li serokkomar kiriye” doz lê hate vekirin, rûniştina doza wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya  Amedê hate dîtin. Irmak ku li Girtigeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, tevlibûna bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) red kir. Parêzera Irmak Erhan Urkut di dozê de amade bû. 

Urkut diyar kir ku ji ber gilînameya muwekîla wî nehatiye dayîn ew parastinê nake. Urkut da zanîn ku têkildarî mijarên di gilînameyê de cih digirin, di 9’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Amedê de jî bi heman îdîayan “TBMM bi çûk istiye” doz hatiye vekirin. Urkut daxwaz kir ku her du dosya bibin yek û wiha got: "Daxwaz dikim ku di rûniştinek didin de mûwekîla min amade be.”

Dadgehê doz taloqî 23’ê Cileya 2018’an kir.  

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Parlamentera HDP’ê Selma Irmak di 14-15’ê Mijdara 2015’an ji ber ku beşdarî televîzyona MED NUÇE bû û di axaftinên xwe de operasyonên leşkerî yên li qadên qedexeya derektina derve hat îlankirin rexne kir, doz lê hatibû vekirin.