Irmak: AKP rê li ber şîdetê vedike
Wekîla HDP'ê ya girtî Selma Irmak li Amedê îfade da. Irmak ji heyeta dadgeriyê re got "Mixabin hûn jî dibin amûrek ji van operasyonên siyasî' û diyar kir, ku polîtîkaya AKP'ê rê li ber şîdetê vedike.
Wekîla HDP'ê ya girtî Selma Irmak li Amedê îfade da. Irmak ji heyeta dadgeriyê re got "Mixabin hûn jî dibin amûrek ji van operasyonên siyasî' û diyar kir, ku polîtîkaya AKP'ê rê li ber şîdetê vedike.
Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê ya girtî Selma Irmak, ji ber biryara 'anîna bi darê zorê' ku di 'Doza Sereke ya KCK'ê de li dijî wê hatibû dayîn, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îfade da.
Parezerên Irmak jî tevlî rûniştina dozê bûn. Parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Îmam Taşcier jî weke temaşeker li rûniştina dozê amade bûn.
Irmak di axaftinên xwe de bi bîr xist ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 6 mîlyon û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nêzî 5 mîlyon kesî deng dane HDP'ê û ew bi vî rengî bûne parlamenter.
Irmak diyar kir, AKP'ê maseya 'Pêvajoya Çareseriyê' qelibandiye û piştî vê wan ceza dikin. Irmak got; "Operasyona li ser parlamenteran, operasyoneke siyasî ye. Mixabin weke dadgeriyê hûn jî dibin amûrek ji van operasyonên siyasî."
Irmak bal kişand ser parlamenterên girtî û wiha got; "Niha 12 parlamenter girtîn e. Ev jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê şermek mezin e. Demokrasî niha kêm û birîndar hatiye hiştin. Mixabin pêşî li şîdetê tê vekirin."
Selma Irmak her wiha ragihand, ku dozgerên lêpirsîna 'Doza Sereke ya KCK'ê' dikin, hemû polîs û dozgerên nêzî Tevgera Gulen in.
Parêzer Mehmet Emîn Aktar û Reyhan Yalçindag jî dan xuyakirin, ku ev darizandin li dijî qanûnan e. Parêzer Arhan Urkut jî diyar kir, destûra bingehîn hevpeymanekî civakî ye û di vê hevpeymana civakî de mafê girtina parlamenterên nîne.
HAT TALOQKIRIN
Dadgeriyê analîza dengê Selma Irmak girt û biryara girtina dengê qeytkirî da. Di biryarê de hat ragihandin, ku destnedana qanûndanînê ya parlamenteran li gorî destûra bingehîn e, lê daxwaza parêzeran a ji bo sekinandina darizandinê, nehat qebûlkirin.
Rûniştina dozê taloqî meha Nîsanê hat kirin.