BI DÎMEN

Hunermendên Kurd li Kerkûkê konsêreke watedar dan

Li Kerkûkê bi mebesta destekdayina li Gerîla û Pêşmerge KNK’ê konsêrek amade kir û gelek hunermendên kesayatiyên bi nav û deng li konsêrê amade bûn.

Li Kerkûkê bi mebesta destekdayina li Gerîla û Pêşmerge KNK’ê konsêrek amade kir û gelek hunermendên kesayatiyên bi nav û deng li konsêrê amade bûn.

Bername bi deqeyek rêzgiriyê yên ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Westa Resûl destpêkê, li ser navê Gerîla û Pêşmerge xêrhatin da mêvan û hunermendanan.  Westa Resûr di axaftina xwe de got: ’’Ji çar parçeyên Kurdistanê hunermendan li Kerkûkê ji bo Gerîla û Pêşmerge konser didin û ev ji bo wan pir watedar e. Ev dîmen serkeftina Kobanê bi bîra me dixe.

Endamê KNK’ê Dr. Feyza piştî ku xêrhatin da hunermend, Gerîla û Pêşmerge got, ’’Gelê me ji qonaxeke girîng a dîrokî derbas dibe. Dema dema diyarkirina çarenûsa gelan e. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de di encama êşên mezin de destketiyên girîng bi dest ve anîne û pêwîst e bi Kongra Netewî ev destketî werin maydindekirin. Armanca me ya ji vê rojê ev e ku di zûtirîn demê de Yekîtiya Netewî pêk were. Gelê me ji vê re amade ye û daxwazkarê vê ye.’’

Hunermend Diyar Dersîm, Comert, Xana Zezê, Hozan Şemdîn, Nasir Rezazî, Zozan, Xelîl Xemgîn, Necmettîn Xulamî derketin dikê ji bo yekitiyê peyam dan û stranên xwe strandin.