Hunermendên Kurd hişyar kirin: Divê girtî tavilê bên berdan

Hunermendên Kurd ên li Ewropa û Tirkiyeyê dîmenek amade kirin û gotin, divê girtî tavilê bên berdan.

Rêxistinên civakî yên sivîl, xizmên girtiyan û siyasetmedar dibêjin, ku şewba vîrûsa koronayê gefeke mezin li girtîgehan dixwe û dixwzin girtî tavilê bên berdan.

Hunermendên Kurd ên li Ewropa û Tirkiyeyê bi rêya xizmên girtiyan bang kirin.

Bi vê armancê bi pêşengiya hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi dirûşma "Azadî ji girtiyan hemûyan re" dîmenek hate amadekirin û daxwaza berdana girtiyan hate kirin.

Hunermendên ku bang kirin: "Xanemîr, Hozan Kawa, Ehsan Xelîkan, Bengî Agirî, Şirîn Alma, Jiyan Arjîn, Zahîr Loran, Hozan Berbang, Şêrko Kanîwar, Yılmaz Güneyli, Selhat Gimgim, Kibar Süvari, Devrim Demir, Mesut Baskın, Neşet Güçmen, Ruken Bekalp, Hozan Dino, Avşin Adıguzel, Şahperi Alphan, Yavuz Akkuzu, Gıyasettin Şehir, Berfin Emektar, Ahmet Yılmaz, Azad Bedran Kızılkar, Pınar Aydınlar, Elvan Koçer, Ömer Baran û İlham Bakır."