Hunermendên Kurd bang kirin: Bibin yek

Hunermendên Kurd diyar kirin ku dewleta Tirk Kurdan qir dike û banga yekîtiyê li partî û rêxistinên Kurdan kirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de didomin. Hunermendan diyar kirin ku Kurd tên qirkirin û banga yektiyê li rêxistin û partiyên Kurdan kirin.

‘DIVÊ HUNERMEND RISTA DÎROKÊ BIGRE LI SER MILÊ XWE’

Hunermend Bermal Çem anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de gelek serdemên girîng û krîtîk qewîmîne û serdema heyî jî yek ji wan serdemên krîtîk û dîrokî ye. Çem da zanîn ku di vê serdemê de êrîşên qirkirinê li ser gelên Kurdistanê de pêk tên û wiha got: “Êrîşa li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirov nikare jê re bibêje şer e. Ji ber ku ev êrîş êrîşên tunekirin û qetilkirinê ne. Mixabin li hin cihan li dijî vê qirkirinê bêdengî heye. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê li dijî vê qirkirinê bêdengî heye. Divê her Kurdek li ku dibe bila bibe li dijî qirkirinê dengê xwe bilind bike û ji bo parastina nirxan rabe li ser lingan. Divê ruhê berxwedanê yê Bakur zindî bibe. Divê di serdemên wiha girîng de hunermendên Kurd pêşengtiyê bike û rista dîrokê bigre li ser milê xwe.”

‘BERXWEDANEK NETEWEYÎ’

Çem destnîşan kir ku artêşa dagirker ya Tirkiyeyê her roj li herêmê komkujiyan pêk tîne û ev tişt got: “Di encama bombebarankirina xaka Rojava de her roj zarok, jin, ciwan û mêr tên qetilkirin. Divê her kesê ku xwedî wijdandin li dijî vê hovitiya dewleta Tirk rabe. Divê xelkê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi yek dengê rabe li ser lingan û xwedî li Rojava derkeve. Ez carek din bang dikim û dibêjim, ji bo parastina destkeftiyan divê Kurd li her derî berxwedaneke neteweyî bidin destpêkirin. Tişta divê bê kirin berxwedaneke Kurdistanî ye. Ger Rojava ji dest biçe, wê Bakur, Başûr û Rojhilat jî ji dest biçe. Divê her partî û rêxistinên Kurdan aliyê xwe yê siyasî bide aliyek û ji bo Rojava rabin ser lingan. Êdî dema yektiya neteweyî ye.”

‘SIVÎL TÊN QETILKIRIN’

Hunermend Azad Bedran jî destnîşan kir ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonek dagirkirinê hatiye destpêkirin û got: “Êrîşên li ser Rojava tenê li ser gelê Kurd nîne, êrîş li ser tavahiya civaka bi hev re dijî ye. Bi sedan sale em zanin ku Tirk naxwazin Kurd bibin xwedî statu û xwedî maf. Sed sal berî niha jî bi hişmendiya Kemalîst wiha nêz bûn û niha jî xwedî heman hişmendiyê ne. Kurd vê zilm û zordariyê qebûl nake, ji bo mafên xwe yên rewa şer dike û xwedî li mafên xwe derdikevin. Em ne Kurdên sed sal berê ne. Kurdan çawa ku li Kobanê li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê şer kir û bi serket, wê îro jî bi serbikeve. Kurdan tu carê şer nexwestiye û şer bi kêrî tu kesê jî nayê. Hemû liv û tevgara Kurdan ji bo azadî û aştiyê bû. Kurd ji bo jiyanê şer dikin. Tirkiye dibêje ji bo em sînorên xwe biparêzin êrîş dikin, ev hincet hemû direwin. Armanc deskeftiyên Kurdanin. Li hemberî sivîlan şer hatiye îlankirin û her roj bi dehan sivîl tên qetilkirin.”

BANGA YEKITIYÊ

Bedran di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê li partiyên Kurd kir û wiha axaftina xwe dawî kir: “Divê hemû partî û rêxistinên Kurd fikra xwe ya siyasî bide aliyekê û li dijî êrîşên hovane bibin yek. Divê rojek berî rojekê Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe û ji bo Yekitiya Kurdan gavên şênber bên avêtin. Dem dema yekitiyê ye. Divê Kurd bi yek deng, reng û ruhê li dijî vê êrîşa dagirkirinê rabe. Li dijî dagirkirin û êrîşan divê xebatkar, cotkar, jin, ciwan, mêr, hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd rabin li ser lingan û xwedî li Rojava derkevin.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVIN’

Dengbêjî Naîf Munisî jî li dijî êrîşa dagirkirinê xwest, her mirovên xwedî wicdan li dijî dagirkeriyê derkevin û wiha got: "Li Rojava li dijî Kurdan zilm pêk tê û xaka Kurdisanê tê dagirkirin. Kurdan bi xwîn û canê xwe axa xwe ji zordestan rizgar kir. Niha dewleta dagirker dixwaze deskeftiyên Kurdan têk bibe û axa pîroz dagir bike. Her Kurdeke xwedî wîjdan divê li dijî vê dagirkeriyê derkeve. Ev berpirsiyariyeke mirovane ye. Dewlet îdia dike ku ew li sivîlan naxe. Ez pirs dikim, sivîl li kûderê dijîn? Li gundan najîn gelo? Ew cihên hun bombe dikin ne cihê jiyanê yê sivîlan e. Hewce ye Kurd vê qetilkirinê bibîne û li dijî vê zilmê rabin li ser lingan.”

‘MIZGÎNIYA AZADÎ Û SERKEFTINÊ YEKITIYE’

Hunermend Comert jî bertek nîşanî dagikirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Li Rojavayê Kurdistanê bi destê Erdogan û alîgirên wî komkujiyek hovane pêk tê. Bi destê zordestan Rojhilata Navîn veguheriye deriyê dojehê. Bi tu awayî mafên hiqûqê yê Kurdan nameye. Li kûderê deskeftiyên Kurdan hebe, dewleta dagirker li wir êrîş dike. Bi salan e, dewleta dagirker xwîna Kurdan dimêje û ji xwîna Kurdan têr nabe. Dewleta Tirk ne îro, ji dîrokê hata niha li ser Kurdan de komkujiyan pêk tîne. Divê li her cihê ku Kurd dijîn li dijî vê dagirkeriyê derkevin û bi ruhê berxwedana Kobanê xwedî li vîna xwe derkevin. Roj roja yekitî û tifaqa Kurdan e. Divê hemû partî û rêxistinên Kurd li hev kombibin û li dijî êrîşan bi yek dengê derkevin. Roj roja mil dayina heve, divê em bi dost û hevalên xwe re li dijî vê zilmê cihê xwe di nava berxwedanê de bigrin. Mizginiya azadî û serkeftinê yektî ye.”