Hunermendên Başûrê Kurdistanê: Ev şer, şerê îxanetê ye!
Hunermendên Başûrê Kurdistanê, êrîşa PDK’ê ya li Xanesor a Şengalê bi tundî şermezar kirin û gotin: "Di demekê de ku hê birînên Şengalê yên berê nehatine pêçandin, destpêkirina vî şerî, xiyanet e."
RÊBAZ HESEN
KERKÛK / ANF
sêşem, 14 adarê 2017, 08:30
Hunermendên herêmî yên Başûrê Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî êrîşa PDK’ê ya 3’ê Adarê dan û gotin: "Em şerê li Şengalê qewimî weke şerê birakujiyê nabînin. Navê vî şerî, şerê îxanetê ye. Pêwîste hemû kes bi taybetî hunermend li dijî van êrîşan xwedî helwest û nerazîbûnên cidî bin."
Hunermend ji ANF'ê re axivîn:
'HÊ BIRÎN NEHATINE PÊÇAN'
ÎMAD HAWLÊRÎ: Di serî de êrîşa li ser Şengalê şermezar dikim. Hê birînên civaka Şengalê yên kevn nehatine pêçan, êrîşa vê hêza bi navê ‘pêşmergeyên roj’ a li ser Şengalê ne tesedûf e. Civaka Êzidî yek ji civakên ku herî zêde zext û zilm li ser hatiye kirine. Em weke Hunermendên Başûrê Kurdistanê, hunermendên şoreşger, pêwîste helwesteke me ya diyar hebe. Bi rêya hunera xwe pêwîste em, kiryarên ku li ser gelê me û bi taybet li ser Şengalê tên kirin, şermezar bikin. Ji ber vê yekê, hemû hunermend hişyar bin û van kiryaran şermezar bikin. Ev hêz bi destê desthilatdariya hem derve û hem jî hundir tên piştgirîkirin. Ev ne pêşmerge ne, pêşmerge navekî pîroz ê di encama şerê salan de hatiye girtin. Êrîşkirina bi vî navî, ji aliyekî ve pêşmerge jî kirine sirîkê sûcê xwe. Divê bi ti awayî êrîş li civaka Êzidî neyê kirin.
'ÊDÎ DIXWAZIM JI BO AZADIYÊ BISTIRÎNIM'
DANA TAHIR: Ez wek hunermendekî dibêjim 'Êdî bes e'. Êdî divê Kurd yekitiya xwe ava bikin. Weke hunermendekî, weke Kurdekî ez dixwazim stranan li ser azadiyê bistirim. Ya tê kirin, dikeve xizmeta dijminê dagirker û parçekirina yekîtiya Kurdan. Dagirker dixwazin em hevdu tine bikin. Ez wek hunermendekê daxwaz ji hemû hunermend û mamosteyan dikim ku li dijî van êrîşan xwedî helwest bin. Divê hemû hunermend têkoşînê ji bo yekitiya Kurd bikin.
'JI DERVEYÎ ÎXANETÊ TI PÊNASEYA WÊ NÎNE'
KARA MUHAMMED: Pêwîste mirov bûyeran baş fêhm bikin. Ya hate kirin, îxanet e. Ev êrîşa li ser Şengalê hate kirin ji derveyî îxanetê ti pênaseya wê ya din nîne. Hunermend ên ku weke pêşengê civakê, pêşengê fikir, hizir, ruh, çav û guhê civakê ne, divê vê rastiyê bizanin ku êrîşkirina li ser gelê Şengalê, xiyanet e. Bi van êrîşan xiyanetê li siberoj, dîroka xwe dikin. Di heman demê de xiyanetê li nirxên me yên herî pîroz; şehîd û gelê me, dikin. Em nikarin ji şerê li Şengalê qewimî re bêjin şerê Kurd bi Kurdan. Ev şer, şerê îxanetê ye. Pêwîste hemû kes bi taybet hunermend li dijî van êrîşan xwedî helwest û nêrazîbûnên cidî bin. Îro ji her alî ve lîstik li ser gelê Kurd tê kirin. Divê em van lîstikan bibînin û rastiyan raxin ber çavê her kesî. Pêwîste her kes baş bizanibe dîrokeke me ya bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî heye. Lewma divê em xwedî li nirx, ked û rûmeta xwe derkevin."