Hunermendan bang kirin: Dijmin bûye yek, werin em jî bibin yek

"Em; hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemû Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dijminê me bûne yek, werin em ji bibin Yek!"

Platforma Hunermendên Kurdistanê bi sernvaê 'Dijminê gelê Kurd bûne yek, werin em jî bibin yek' daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta tirk a faşîst û dagirker di şerê qirkirina gelê Kurd de bi biryar û israr e û hate gotin, "Doktrîna xwe li ser tunekirina gelê Kurd û hemû pêkhateyên li ser axa Kurdistanê dibîne! Bi plansaziyeke şerê dorfireh û piralî, bi armanca hilweşandin û têkbirina destketiyên gelê Kurd û şikandina îradeya Kurdan, tevdigere. Her wiha, da ku tifaq û yekîtiya neteweyî di navbera hêzên Kurdistanî de çênebe û şerê navxweyî di nav Kurdan de peyda bike, ev demeke dest bi êrîşên berfireh li ser axa Başûr kiriye."

'LI PÊŞ ÇAVÊN DINYAYÊ KURDISTANÊ WÊRAN DIKIN'

Platformê diyar kir, ku dewleta Tirk a dagirker van êrişên xwe roj bi roj ji bejahî û ezmanî ve berfireh dike û wiha dewam kir: "Gelek deverên Başûrê Welêt dagirkiriye. Bi dehan welatiyên Kurd ji ber bombebarana firokan û topbaranên artêşa dagirker şehîd bûne. Bi dehan jî birîndar bûne. Bi sedan gund û cihwarên deverên di bin êrîşê de, hatine valakirin, erd û zevî, bax û baxçeyên welatiyan, milk û malên xelkê ketine ber wêran û şewatan. Li pêşberî dinya-alem ev yek dibe, her kes dibîne ku her sal çawa çiya û dar û deviyên Kurdistanê dide ber agir û dişewitîne!"

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker vê carê armanc û stratejiya şerê xwe ji bo tunekirina gelê Kurd û destketiyên Kurdan, eşkere û bi rengekî vekirî dibêje: 'Girîng e zexta şerî em bidin ser herêmê, da ku hêzên Kurd li hember hevdu şer bikin. Girîng e em siyaseta kirîn û firotina êl û eşîran, û hwd. baş bikar bînin'…"

'GELÊ NE ÊDÎ SIYASETA PARÇEBÛYÎ QEBÛL NAKE'

Di daxuyaniyê de geşedanên li Cenga Heftanînê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Dewleta Tirk di vê cengê de ji aliyekî ve teknîka pêşketî û çekên herî giran, ji aliyê din jî, hemû hevkar û sîxur û korocî û cehşên xwefiroş di bin fermandariya îstixbarata dewleta Tirk de beşdarî vê pêngava cengê dikin.

Em dibînin ku li Başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin heye! Dewlata Tirk a barbar dixwaze Başûr dagir bike. Hem dagir bike hem jî Kurdan li hember hev bi kar bîne. Vê yekê jî eşkere dibêje, venaşêre. Ev rewşa perçebûyî û dabeşkirî di siyaseta Kurd de, şerma herî mezine. Rûreşiyeke herî mezine. Êdî gelê me vê rewşa siyaseta Kurd naxweze."

'DIVÊ EM QEDERA XWE NEKIN QURBANÊ NAKOKIYÊ HIZBÎ Û BERJEWENDIYÊN TAKEKESÎ'

Platformê diyar kir ku di sedsala 21'ê de gelê Kurd, neteweya Kurd hatiye ber hawîrkaneke dîrokî û destnîşan kir, "Hemû êş, azar, zulm û zordarî û bê edaletiya sedsalekê li ber çavan in. Pêwîst em fersenda hatî ber dest, bernedin. Pêwîst e qeder û vîna xwe nekin qurbaniya nakokiyên hizbî û berjewendiyên takakesî!

Em wekî hunermendên gelê Kurd, ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji hemû Kurdan re, hemî rêxistinên siyasî, partî û saziyên Kurdan re dibêjin: Dijminê me bûne yek, werin em ji bibin Yek!

Em bangî gelê xwe dikin û dibêjin: kî dibe bila bibe, kîjan partî dibe bila bibe,  kî nayê ser xeta Yekîtiya Neteweyî, kî dibe hevparê siyaseta dewleta dagirker, kî dibe amûra siyaseta dewleta Tirka dagirker; berpirsiyarê qirkirina gelê Kurd e! Divê gelê me li her çar parçeyan qebûl neke, rê nede û bi tundî li hember derkeve."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Siyaseta Kurd, ango hemû partî û tevger, her wiha rewşenbîr û ronakbîr, hunermend û aqilmendên civakê, rêberên ol û bawermendiyan; herkes pêwîste bi berpirsiyartiya xwe rabe! Ev rewş di asta herî bilind de xeterenak e. Êdî siyaseta Kurd bi vî halê kembax ji bilî trajediyan û komkujiyan wê nikaribe destketî û nirxên neteweya me biparêze! Pêwîste hemû birên civakê hişyar bin; Kî Yekîtiya Neteweyî dixweze, kî naxweze! Kî parastina neteweyê dike, kî xera dike!"

'DIVÊ GELÊ ME ÊDÎ DEST LI VÊ REWŞA SIYASETÊ YA KEMBAX WERDE'

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:

"Em; hunermendên beşên Kurdistanê banga xwe dubare dikin; ku gelê me, civaka Kurd destwerdanê di vê rewşa siyasetê ya kembax bike, da ku siyaseta hemî hizb û partiyên me, li xwe û şêwra neteweyî vegerin.

'JI BILÎ YEKÎTÎ Û YEKRÊZIYÊ ÇAREYEKE DIN NEMAYE'

Ji hemu partî û hêzên Kurdistanî re jî em bang dikin. Ji bilî siyaseta yekîtî, yekrêzî û şêwra neteweyî, çare û derfetek din nemaye! Paşxistin û xemsarî, bêdengî û bêçalakbûn di vê derbarê de, hêvî û daxweziya dujmin e!

Banga me Hunermendên Kurd bi taybetî ji bo keç û xotên çar beşên Kurdistan û ên li derveyî welat dijîn heye: Hûn siberoja Neteweyekê ne, ku sed sale dibin dabeşkirinê û parçebûnê de, bi sedhezaran cangorî dane axa Kurdistanê. Li her cihekî, li her qadekê, rabin raperînê, nehêlin siberoja neteweya me vemirînin!."