HRW: Divê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê werin lêkolînkirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir, dibe ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ne li gorî hiqûqa şer a navneteweyî be, ji ber vê jî divê lêkolîn li ser wê were kirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku di sala borî de di êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistane de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 kesên sivîl hatine qetilkirin. HRW’ê diyar kir ku li van herêmên ku êrîş lê hatine kirin jî milîtanên PKK’ê tune.

‘DIVÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ WERIN CEZAKIRIN’

Di daxuyaniyê de cih dan gotinên Lama Fakîh a ku alîkara dîrektora Rojhilata Navîn a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ye. Fakîh got ku, “Heke Tirkiye li Iraqê operasyonan bike, ji bo ku tiştek bi gelê sivîl neyê, divê Tirkiye hemû tevdîran bi cih bîne. Divê îxmalkirin têkeve ber lepirsînê, yên ku ev şaşî kirine werin cezakirin û tazmînatê bidin malbatên mexdûran.”

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di êrîşa 3’ê Gulana 2017’an de li erdên gundiyan ên ku gerîla nebûne, top hatine avêtin. Di van êrîşan de du kesên sivîl hatine qetilkirin û gerîla herî kêm 30 kîlometre dûr bûye û li cihên ku gerîla lêbûne jî tu gule nehatine berdan.

3 PÊŞMERGEYÊN KU ÇÛN SERDANA XIZMÊN XWE HATIN QETILKIRIN

Di daxuyaniyê de de hate diyarkirin ku di 22’ê Adara 2018’an de çar mêrên ku 3 jê pêşmerge bûne dema ku çûne serdana malbatên xwe ji ber êrîşên dewleta Tirk hatine qetilkirin.

DIVÊ ÊRÎŞÊN BI VÎ RENGÎ LI SER WÊ WERE SEKINANDIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrîş û operasyonên dewleta Tirk de sivîl tên qetilkirin û ji ber ku ev tişt li dijî zagonên navneteweyî ne, divê li ser wê were sekinandin û lêkolîn were kirin. HRW’ê diyar kir ku ji bo lêkolîna qetilkirina sivîlan divê lêpirsîneke berfireh were kirin, kesên sûcdar werin cezakirin û tazmînatê bidin malbatên ku  di êrîşan de xizmên wan hatine qetilkirin.