HRE’yê şehîd Xeyrî Karker bi bîr anî

HRE’yê nasnameya şehîd Xeyrî Karker ê ku 26’ê Hezîrana 2024’an şehîd bû, eşkere kir û soza pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan da.

ŞEHÎD XEYRÎ KARKER

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê nasnameya hevrêyê xwe şehîd Xeyrî Karker eşkere kir.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Em hevalê xwe Xeyrî Karker bi navê xwe yê rast Serhat Nergiz ku di 26’ê Hezîrana 2024’an de dema li ser erka xwe di encama qezayekê de digihêje şehadetê bi bîr tînin. Em hevalê xwe Xeyrî Karker ku ji bo welatekî azad û serbixwe de gihişt şehadetê bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin, di serî de ji bo malbata hêja ya Nergiz em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û di şexsê hevalê Xeyrî Karker de, soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dubare dikin.  

Hevalê Xeyrî Karker ku li warê lehengan, li dilê Botana rengîn di nava malbateke welatparêz de di sala 1998’an de ji dayik dibe. Bi hestên welatparêziyê mezin dibe. Lewra malbata wî ji salên destpêkê ve rêxistinê nas dike û bi welatperweriya xwe ve tê nasîn. Hevalê Xeyrî ji zarokatiya xwe ve bi çîrokên qehremaniyê yê têkoşerên welatê xwe mezin dibe. Di nav salên xwe yên ciwantiyê de ji destanên şoreşa Rojava îlham digre û di temenek ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Her wiha di pêvajoya şerê bajaran a ku YPS’ê li Bakurê Kurdistanê girtî li ser milê xwe ji nêz ve şopand. Li bajarê Şirnexê pakrewanî, hevaltî û têkoşeriya Egîd û Zîlanên hemdem ji nêz ve dît û bandor bû. Ji milê din jî dîmenên qetlîama di jêrzemînên Cizîra Botan de di dil û mejiyê hevalê Karker de tovên tolhildanê çand. Hevalê Xeyrî Karker ku ji nêz ve dibe şahidê kiryarên dewleta Tirk a dagirker, biryara tolhildanê digre û di sala 2019’an de li Bajarê Wanê berê xwe dide nava refên azadiyê.  

Piştî tevlîbûna xwe û şûnde bi pêşniyara xwe berê xwe dide qada cenga azadiyê ango Rojavayê Kurdistanê. Li vir tevlî rengên azadî, hevaltî û perwerdeyên rêxistinî dibe. Di heman sala tevlîbûyî de tevlî perwerdeya Şehîd Elî Çîçek dibe û li vir digihije hêza xwe ya ciwantiyê. Hevalê Xeyrî, sal bi sal bi tevlîbûna xwe ya têkoşîn û jiyanê dibe sedem ku kesayeta xwe şareza û bi vîn bike. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi berpirsyarî tevdigere û dibe mînaka şoreşgertiya demê. Rêgeza; “Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî ser bixin” ji bo xwe esas digre û di nava demeke kin de berpirsyariyên giran digire li ser milên xwe. 

Ji Dêrika Hemko heta Girkê Legê, Qamişlo û Kobanê li seranserê Rojavayê Kurdistanê di nav xebatên komalên ciwan de kar û xebatên xwe bêrawestan didomîne. Bi exlaq, çand û xitabeta ji rêxistinê girtî dilê bi sedan ciwanan li rêxistinê germ dike û bi hev re berê xwe didin kar û xebatan. Lê hevalê Xeyrî, her dem ji bo eniyên şer xwe pêşniyar dike ku hêvî û hesretên salan ku di dilê xwe de mezin kirî pêk bîne. Ji bo vê di sala 2020’an de tevlî perwerdeya Şehîd Mawa Tolhildan dibe. Heval Xeyrî êdî xwedî tecrube ye. Her wiha dilê wî ji bo her qadeke welat ku tola sedsalan rake lêdide. Di jiyanê de ji bo tevahî hevrêyên xwe dibe çavkaniya coş û kelecanê. Di jiyana xwe de bi disîplîn, di rêbazên xwe de pratîkbûnê esas digire û di çûyîna her erkekê de xwe û rêxistina xwe bi serkeftinê tacîdar dike. Di demeke kurt de, di jiyan û xebatan de dibe pêşeng û weke bayê li lûtkeya çiyayên azad bi lez tev digere.

Hevalê me Xeyrî Karker, di sala 2023’yan de bi pêşniyara xwe tevlî perwerdeya branşa sabotajê dibe. Di vê perwerdeyê de bi hemû hebûna xwe tevlî perwerdê dibe û dibe şagirtekî serkeftî. Bi sebr, meraq û kelecana xwe ya fêrbûnê ji akademiya sabotajê bi awayekî serkeftî derbas dibe û berê xwe dide qadên şer.

Hevalê me Xeyrî bi zanebûn û branşa xwe ya leşkerî di nav hêzên HRE’yê de cihê xwe digire. Ti carî dagirkirina Efrînê qebûl nekir. Bi sed hezaran şêniyên Efrînê li ber çavên wî koçber bûn. Heval Xeyrî ji bo azadiya Efrînê tevlî nava refên HRE’yê bû.

Ji bo gelê Efrînê vegerin bajarê xwe wî roleke aktîf lîst. Bi hevalên xwe re gelek çalakiyan lidar dixe. Girêdayî herêmên ku HRE lê dimîne, tevî hevalên xwe gelek çalakiyan lidar dixin û derbên giran li dijmin didin. Di van çalakiyan de bi taktîka xwe ya sabotajê bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên cezakirin.

Hevalê me Xeyrî Karker, dema li ser erkê xwe bû, di qezayekê de birîndar dibe. Hevrêyên wî bi lez û bez wî radikin û dikevin rêya nexweşxaneyê. Digihê nexweşxaneyê lê ruxmî hemû hewldanên bijîşkan hevalê me Xeyrî Karker di dîroka 26’ê Hezîrana 2024’an de tevlî karwanên şehîdan dibe.

Li ser navê Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê hevalê me Şehîd Xeyrî Karker de; em hemû şehîdên ji bo Kurdistaneke azad gihiştine mertebeya şahadetê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza pêkanîna armanc û xeyalên wan didin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Xeyrî Karker Cûdî

Nav û paşnav: Serhat Nergiz

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Sekvan

Cih û Dîroka Şehadetê: 26.06.2024’an."