HRE: 3 çete li Efrînê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Efrînê li artêşa Tirk a çete û komên wê yên çete xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê li Efrîn û derdora wê, çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete didomînin. Hate ragihandin, di çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatine xistin.

Li ser çalakiyan daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tîmên me yên operasyonê, 1'ê Çileyê li derdora gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek kirin. Di encamê de 2 terorîst birîndar bûn.

Şervanên me roja 2'ê Çileyê li herêmeke nêzî Raî ji du baskan ve li çeperên dagirkeran xistin. Çalakî ji cihekî nêz ve hate kirin û bi qasî nîv saetê şer qewimî. Çeteyên dagirker ji bo pêşî li çalakiya hêzên me bigirin, panzer jî di nav de gelek çekên giran bi kar anîn. Terorîstan kirin nekirin nekarî pêşî li çalakiyê bigirin û di encamê de 3 terorîst hatin kuştin, terorîstek jî bi giranî birîndar bû."