HPG: Sûcên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker dewam dikin

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî sûcên şer dike û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

2'ê Kanûnê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derbe li çeperekê hate xistin.

3'ê Kanûnê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî

1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeteyên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî, carekê bi gazên kîmyewî û 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi gazên kîmyewî, 2 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

3 û 4'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 18 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

3'ê Kanûnê li herêma Zapê çeperên şer ên li Şehîd Diyar carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

1, 2 û 3'ê Kanûnê li herêma Garê qada Deşta Kafya 2 caran, li herêma Xakurkê qadên Xinêra Jor, Ava Lolanê û Goşînê 5 caran, li herêma Metînayê qada Gundê Dergelê 2 caran; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2, 3 û 4'ê Kanûnê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."