HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê li dagirkeran hatiye xistin, çeperek hatiye îmhakirin û herî kêm 3 leşker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 2'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me li dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiya serketî ya hêzên me de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin û derb li sîstema kamera ya mobesse û sîstemeke radarê xistin."

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "2'ê Mijdarê saet di 09:00 de li herêma Xakurkê qada Girê Şehîd Şerîf û li herêma Zapê jî qada Girê Şehîd Simko bi balafirên şer hatin bombekirin."