HPG: Li Zapê 18 dagirkerên din hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li Zapê du operasyonên cuda yên şoreşgerî pêk anîne û 18 leşkerên din ên dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Enqereyê heta Serhedê, ji Mersînê heta Botanê, ji Amedê heta Metînayê, ji Dersimê heta Zap û Zakurkê bi ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîna azadiyê dimeşînin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi biryar in pêşengiyê ji stratejiya me ya şerê gel ê şoreşgerî re bikin, bi hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî ji bo bersivê bidin wezîfeyên xwe yên demê, di nava şert û mercên giran ên zivistanê de rê nadin dagirkeriyê û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.

Di nava du rojên dawî de li gel derbên ku bi operasyonên şoreşgerî li Xakurkê û Metînayê li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin, 23'ê Kanûnê li rojhilat û rojavayê Zapê du operasyonên cuda yên şoreşgerî hatin pêkanîn. Bi operasyonên şoreşgerî re yên li Zapê gihîştin asteke bilind, derseke dîrokî ji artêşa Tirk a dagirker û rejîma AKP-MHP a faşîst re hate dayin ku nikaribe ji bîr bike.

Têkildarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş û Operasyona Şoreşgerî ya Girê Amediyê agahiyên berfireh bi vî rengî ne:

"Li herêma Zapê;

23'ê Kanûnê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li hemberî dagirkerên li ser du giran ji sê baskan ve Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş hate destpêkirin. Operasyona şoreşgerî ji sê baskan ve bi xweberdana nava dagirkeran destpê kir. Baskê destpêkê kete nava dagirkerên li çeperan û bi bombeyên destan û çekên ferdî derbên giran li dagirkerên li çeperan xist. Baskê duyemîn ê operasyonê jî 3 çeper bi temamî îmha kir û kete nava çeperan. Çûn ser cenazeyên 3 dagirkeran û çekek nîv otomatîk a BKC, çekek ferdî ya MPT-55 û dûrbîneke çekê desteser kirin.

Baskê duyemîn ê operasyona şoreşgerî bi bombeyên destan, çekên ferdî û nîv otomatîk li çeper û konên dagirkeran xist. Li vê derê 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerekî birîndar bû neçar ma dest ji çeperan berde û bireve. Her wiha 3 çeper û 4 kon bi temamî hatin îmhakirin.

Baskê sêyemîn ê operasyona şoreşgerî jî bi çekên nîv otomatîk li kamelya, kon û çeperên dagirkeran xist ku dagirker lê km bûbûn. Di encamê de kamelya bi temamî îmha bû û 12 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse jî hate îmhakirin.

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş de bi giştî 18 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû. Ji ser dagirkerên hatin cezakirin çekek nîv otomatîk a BKC, çekek ferdî ya MPT-55 û dûrbînek li ser çekê hate desteserkirin. Her wiha 6 çeper, 4 kon, kamelyayek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin. Hêza dijmin a li ser herdu girî ku operasyona şoreşgerî li hemberî wan hate kirin, bi temamî hate tasfiyekirin, dagirkerên mayî jî neçar man ku birevin. Piştre herdu girên ku cenazeyên dagirkeran lê bûn, ji bo nekeve bin kontrola hêzên me, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi giranî hatin bombekirin.

Hêzên me yên gerîla ev operasyona şoreşgerî bêyî ku windahiyan bide bi serketî pêk anîn û diyarî yek ji fermandarên kedkar û pêşeng ên Zapê hevrêya me Melsa Mûş kirin.

Li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

23'ê Kanûnê saet di 14:40'î de me agahiyên berfireh ên li ser operasyona şoreşgerî parve kiribûn. Tevî agahiyên ku me parve kirin, di vê operasyona şoreşgerî de 4 çekên ferdî yên dagirkeran hatin desteserkirin. Her wiha 2 çekên A4, 2 çekên bombeavêj ên mezin ên bi zincîr û zincîrên wan, çekek sekvaniyê, gelek malzemeyên teknîkî û leşkerî, 26 kon û çeper hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

23'ê Kanûnê li herêma Qendîlê qadên Balayan û Gundê Silê 2 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê 4 caran; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."