HPG: Li Qadên Berxwedanê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 2 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kirin.

HPG'ê got, "Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 27 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombardûman kirin."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

5'ê Mijdarê saet di 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên ferdî li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Botan hate xistin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

5'ê Mijdarê saet di 14:40'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin û 3 dagirker ceza kirin. Heman rojê saet di 17:00 de bi çekên giran careke din li dagirkeran hate xistin.

5'ê Mijdarê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Botan hate xistin.

5'ê Mijdarê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Mijdarê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de; 6'ê Mijdarê saet di 04:20'î de helîkopterên bi tîpa Skorsky ên hewl dan hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî daynin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Bi derbên hêzên me re helîkopter bêyî ku karibin hêzên xwe li qadê deynin neçar man ji herêmê biçin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

5'ê Mijdarê çeperên şer ên li Şehîd Sîpan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, çeperên şer ên li Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

5'ê Mijdarê saet di navbera 15:40 û 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên li Şehîd Felat 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Mijdarê zeviyên gundên yekmalê û Dola Meranê yên Garê, li Xakurkê qada Şehîd Şerîf û derdora Çemê Lolanê, qadên berxwedanê yên Saca, Girê Bihar û Girê FM 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Mijdarê qadên berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM 12 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

5'ê Mijdarê qadên berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."