HPG: Li Pîran û Çelê 3 leşker hatin kuştin

Li navçeya Pîran a Amedê û navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 3 leşker hatin kuştin. HPG'ê diyar kir, li herêma Zê ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "24'ê Nîsanê saet 05:30'î, li navçeya Pîranê ya Amedê hêzên me li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li Qereqola Tirê Tîm çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî û navîn çalakî hate kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de her wiha dîwarê qereqolê jî hilweşiya. Piştî çalakiyê, ji qereqolên derdorê bi çekên giran gule li qada çalakiyê hatin reşandin û hêzên dijmin bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê birin. Di çalakiyê de û bomberdûmana piştî çalakiyê zerar negihişt hêzên me.

LI ÇELÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

23'ê Nîsanê saet 13:30'î li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Tepê Sor ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke ku 2 leşker tê de bûn hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dijmin bi çekên giran bombe li qada çalakiyê barandin. Hêzên me bêyî ku zerarê bibînin li baregehên xwe vegeriyan.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li hin qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

26'ê Nîsanê (îro) saet 00:30'î qada Kunişka ya herêma Zê, 25'ê Nîsanê (doh) saet 08:30'î qada Deşta Kafya ya Garê, êvarê saet navbera 20:00-20:30'î derdora gundê Çemrobotkî yê nehiya Çemankê ya Duhokê, 23'ê Nîsanê êvarê saet 19:00 Geliyê Şehîd Ozgur ê herêma Zê hatin bombekirin.

LI ZÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

23'ê Nîsanê li Zê di êrîşê de hevalên me Demhat û Rojhat şehîd bûn. Di êrîşên din de zerar negihişt hêzên me. Di êrîşa derdora gundê Çemrobotkî de bax û baxçeyên gundiyan zerar dîtin. Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."