HPG: Li Heftanînê leşkerekî dijmin hate kuştin

HPG'ê ragihand ku li herêma Heftanînê di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

"Di 24'ê Adarê de saet 07:30'î hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li Girê Konferansê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

22'ê Adarê saet di 12:30'î de balafirên şer bombe li qada Şehîd Kûrtay a herêma Heftanînê barandin.

23'ê Adarê balafirên şer saet di navbera 10:00 û 11:30'î de qada Sîda û Saca ya herêma Zapê, Tepê Colemêrg ê herêma Metînayê, saet di 15:30'î de qadên Şehîd Kendal û Şehîd Kûrtay ên Heftanînê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."