HPG: Li Heftanînê 3 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla ya li Xantûr a Heftanînê de 3 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 22’yê Kanûnê saet 12:00’an li dijî dagirkerên li devera Xantûra ya Heftanînê bi cih bûbûn, ji du baskan ve çalakiyek hate kirin. Di baskê yekem ê çalakiyê de çepera çeka A4 hate hedefkirin û lêdan, ev çeper û 2 dagirkerên li çeperên hatin îmhakirin. Baskê duyemîn jî çeperek din kirin hedef û lê dan, li vir jî dagirkerek hate cezakirin.

Di vê çalakiyê de bi giştî 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên esmanî, tob, obus û hewanan ên artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin.

Di vê çaçoveyê de;

12’ê Kanûnê heta 20’Ê Kanûnê dever Keşan a Herêma Heftanînê bi obus û hewanan hate bombekirin.

19’Kanûnê saet 11:00’an balafirên şer Girê Sor ê herêma Avaşîn bombe kir.

20’ê Kanûnê saet 14:00’an balafirên şer bombe li dever Werxelê ya herêma Avaşîn barandin.

24’ê Kanûnê saet 11:00’an devera Basya ya Avaşîn balafiran bombe kir.

24’ê Kanûnê saet navbera 16:30-18:30’î balafiran bombe li devera Frîz a herêma Gare barandin.

24’ê Kanûnê saet 15:45’an balafiran bombe li devera Saca ya Zapê barandin.

24’ê Kanûnê saet 14:50-15:10’ê devera Çemço û Sîda ya Zapê balafiran bombe barand.”