HPG: Li Heftanînê 2 dagirker hatine cezakirin

Bi çalakiya suîkastê ya gerîlayên HPG/YJA Starê ku li Heftanînê kirin 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Heftanînê;

15'ê Tebaxê saet 08:00'an li herêma Geliyê Pîsaxa li ser rêya Girê Siser dema ku dagirkeran xwestin kontrola rê bikin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dane. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

Li herêma Avaşînê;

17'ê Tebaxê li qada Girê Sor dagirkerên ku tûnelên şer bi teqemeniyan teqandin, êvarî dema ku xwestin ber bi tûnelên şer ve viçin hêzên me ji nêz li wan dane. Piştî bersiva hêzên me dagirker ji bêgavî vekişiyane.

17'ê Tebaxê saet di navbeyna 12:00-20:00'an de 18'ê Tebaxê sibehê 3 caran gazên kimyewî li dijî tûnelên şer ên li qada Werxelê hatine bikaranîn.

17'ê Tebaxê saet di navbeyna 23:30-01:30'î de tûnelên şer ên li qada Werxelê bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

17'ê Tebaxê saet di navbeyna 21:10-23:40'î de li Mervana û qada Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye.

17'ê Tebaxê saet di navbeyna 22:20-22:40'î de qada Stûnê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

18'ê Tebaxê saet 06:30'an, artêşa TC'ê ya dagirker kamera bi du kûçikan ve girêdane û şandine tûnelên şer ên li Werxelê. Kûçik hatine bêbandarkirin. Li ser qadê tevgera Dronê pir zêde heye.

16'ê Tebaxê saet 14:00'an li herêma Garê li qada Siyanê 17'ê Tebaxê saet 16:36'an, dora gundê Çemrobotkî yê bi ser Çemankê ya Duhokê ve hatiye bombekirin. Di encamê de li eraziyê şewat derket û şewat hê jî didome.

17'ê Tebaxê saet di navbeyna 22:00-00.00'an de qadên Şehîd Şahan, Çemço û Gundê Rençbiraxa yên herêma Zapê bi obûsên qereqolên ser xeta sînor hatine bombekirin.

17'ê Tebaxê saet di navbeyna 21:00-23:00'an de derdora gundên Edinê, Dêşîşê, Serarû yên bi ser Kanî Masî ya navçeya Amediyê ve û qadên Kela Qumriyê û Koordîne hatine bombekirin.''