HPG: Li Heftanînê 2 dagirker hatin cezakirin

Li Heftanînê di encama çalakiyên sûîqestê yên gerîla de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

LI HEFTANÎNÊ 2 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 6'ê Cotmehê saet di 16:00 de li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê çalakiyên sûîqestê lidar xistin. Di çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

6'ê Cotmehê saet di 11:20'î de zeviyên gundê Beşîlî yê nehiya Bamernê ya Duhokê ya herêma Metînayê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Qada gundê Fila yê herêma Zapê di 6'ê Cotmehê de ji saet 11:00 heta 15:00 bi balafirên şer gelek caran hate bombekirin.

6'ê Cotmehê danê êvarê gundê Hermûz ê qada Deşta Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li malên sivîlan bû.

6'ê Cotmehê saet di 19:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin."