HPG: Li Geverê 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Geverê 8 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, li Şaxê derb li helîkopterekê hate xistin û li Bedlîsê jî leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 25'ê Hezîranê saet 19:45'an li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girê Şehîd Hozan ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek hatiye kirin.

LI GEVERÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê, ji 2 baskan ve derbên xurt li çeperên leşkeran hatin xistin û di encamê de 8 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

DERB LI HELÎKOPTERÊ HATE XISTIN

Navendê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên gerîla 26'ê Hezîranê li helîkoptereke bi tîpa Skorsky dane ku ji Sêrtê ber bi navçeya Şax a Wanê difiriya.

Hate ragihandin ku derb li helîkopterê ketine û helîkopter neçar maye ji herêmê biçe.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, gerîlayên YJA Starê 25'ê Hezîranê saet 11:45'an li yekîneyeke artêşa Tirk a li ser girekî navbera herêmên Şêx Cûma û Katilê yên Bedlîsê dane.

LI BEDLÎSÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Navenda Ragihandinê diyar kir ku di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin, 2 jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka helîkopterên Kobra leşkerên xwe bi helîkopterên Skorsky danî herêmê û dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker ku bombe li herêmê barand, heman rojê danê êvarê vekişiya."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk roja 26'ê Hezîranê saet 13:30'î bombe li qada Şehîd Xeyrî ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.