HPG: Li Geverê 7 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Geverê li dijî artêşa Tirk a derketibû operasyonê çalakî kirin. Di encamê de 7 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû. Li Şemzînanê jî 3 kozik hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

GEVER

"Sibeha 13'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li bejahiya bajarokê Bajêrgan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê li derdora gundên Kelê, Nebar, Xurakana Jêr û Xurakana Jor dest bi operasyoneke berfireh a dagirkeriyê kir. Di dema operasyonê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hêzên me dest li dagirkeran werdan ên li herêmê dixwestin bi pêş ve biçin û li dijî yekîneyên operasyonên çalakiyên xurt lidar xistin. Di encama çalakiyan de 7 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan payebilind bû û gelek dagirke jî birîndar bûn.

Hevrêyên me Welat û Nîdal ku di dema operasonê de derbên giran li dagirkeran xistin, heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

ŞEMZÎNAN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 12'ê Îlonê saet di 05:10'an li qada Rûbarokê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Tengava Benê bi cih bûbû çalakiyek li dar xistin. Ji 2 baskên cuda ve li kozikên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de 3 kozikên dijmin hatin îmhakirin, hejmara dijminên hatin cezakirin û hatin birîndarkirin nehate tespîtkirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi hawan û obusan bombe li herêmê barand.

QILABAN

9'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li qada Kela Memê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê li derdora qadên Deriyê Qaçê, Çemê Xeçkê, Gundê Sîran, Gundê Mehrê û Gundê Hozê dest bi operasyoneke berfireh kir. Artêşa Tirk a dagirker heta 12'ê Îlonê operasyon kir û bêencam ji qadê vekişiya.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên êrişên hewayî wiha ne:

12'ê Îlonê saet di 10:00 de balafirên şer bombe li qada Benê ya herêma Avaşînê barandin.

14'ê Îlonê saet di 16:20'î de balafirên şer bombe li qada Çemço ya herêma Zapê barandin. Şewata ku ji ber bombardûmanê li herêmê rû da dewam dike.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."