HPG: Li Geverê 4 leşker hatin kuştin wesayîta Amarok hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA/Starê li Geverê li dijî wesayîteke Amarok çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Ev wesayît îmha bû û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li Qilebana Şirnexê jî îstasyoneke bazê hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li dijî artêşa Tirk hin çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 8’ê Gulanê de saet di 16.30’an de hêzên me li dijî wesayîta Amarok a artêşa Tirk a dagirker ku ber bi Qereqola Zerinê ya Bajêrgeya Gevera Colemêrgê diçû, çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me li vê wesayîtê dane, ev wesayît şewitiye û yek jê fermandarê qereqolê 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.

Di 6’ê Gulanê de saet di 11.15’an de li dijî îstasyona Bazê ya li Girê Şehîd Qehreman a di navbera gundê Osyan û Akîra Qilebana Şirnexê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de îstasyona bazê hatiye îmhakirin.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

Di 10’ê Gulanê de (îro) saet di 09.10’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Sîda ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”