HPG: Li dijî êrîşên li ser Şehîdgehan em bêdeng nabin

HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk Şehîdgeha Mehmet Karasungur a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. HPG’ê wiha got: “Em li dijî êrîşên li ser Şehîdgehên me tên lidarxistin bêdeng nabin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarî êrîşên hewayî daxuyaniye nivîskî da.

Navenda HPG’ê ev agahî parvekirin:

Hikûmeta faşîst a AKP’ê û diktator Erdogan li dijî pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku her roj ber bi pêş ve diçe, êrîşên xwe yên nemerdane zêde kirine, Li Qendîlê, Şegîdgeha Şehîd Mehemet Karasungur a ku gorên bi sedan şehîdên me lê ne, gora Ahmet Înce (Apê Hesen) ê ku kedeke mezin bi avakirina vê Şehîdgehê da û Muzeya Şehîdan a ku ji aliyê gelê me yên çar parçeyên Kurdistanê ve dihatin ziyaretkirin ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatiye bomberdûmankirin. Di encama bomberdûmanê de Muzeya Şehîdan û gelek gorên gerîlayan hatine texrîbkirin.

Divê bê zanîn ku wê êrîşên li dijî rûmeta herî mezin a gelê me hatiye lidarxistinê bi teqez bê bersiv namîne. Di vê çarçoveyê de detayên êrîşê wiha ne;

17’ê Sibatê saet di derdorî 20:00-20:40’an de balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Qalatuka û Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur û derdorî wê ya girêdayî herêma Qendîl a Hêrêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûmankirine. Di encama bomberdûmanê de Mala Gel a li nava Şehîdgeha Mehemet Karasungur hatiye rûxandin.

Dîsa 17’ê Sibatê balafirên şer di saet 20:20’an de herêma Çemço ya girêdayî herêma Zapê bomberdûman kiriye."