Gerîlayan li Derya Reş lê dan: 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku hêzên wan li herêma Derya Reş li dijî yekîneya derkete operasyonê çalakî kirin û di encamê de herî kêm 5 leşker hatin kuştin, gelek leşkeran jî xwe ji kendêl avêtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya hêzên gerîla ya li Derya Reş, ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Nîsanê pêk anîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Artêşa TC a dagirker roja 4'ê Nîsanê li qada navbera navçeya Tonya ya Trabzonê û navçeya Kurtun a Gumuşhaneyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û wesayitên zirxî dest bi operasyonê kir.

'GELEK LEŞKERAN XWE JI KENDÊL AVÊTIN'

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5'ê Nîsanê yekîneyeke operasyonê şopandin. Piştî demekê ji şopandinê, saet 14:00 li vê yekîneya dijmin xistin. Hêzên me xwe berdan cihê ku yekîneya dijmin lê bû û ji nêz ve li leşkeran dan. Ji ber derbên xurt ên hêzên me, gelek leşkerên yekîneya dijmin xwe ji kendêl avêtin û bi vî rengî hewl dan birevin. 

'HÊZÊN ME ÇÛN SER 5 CENAZEYÊN LEŞKERÊN DIJMIN'

Hêzên me li vê derê çûn ser cenazeyên 5 leşkerên dijmin. Di çalakiyê de bi dehan leşkerên dijmin birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky û ambûlansekê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Operasyona li herêmê dewam dike.

BOMBERDÛMANA LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

7'ê Nîsanê saet 10'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada Keşanê ya herêma Heftanînê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Roja 8'ê nÎsanê jî saet 13'an balafirên şer bombe li quntarê girê Şekîf ê herêma Xakurkê barandin."