HPG: Li Şemzînan û Çelê 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê agahî da. HPG’ê diyar kir ku li Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê 8 leşker hatine kuştin, wesayîteke tîpa amarog ya şexsê Bedel Demîr hatiye şewitandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê daxuyayeniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku li Colemêrgê 8 leşkerên Tirk hatin e kuştin. HPG'ê diyar kir ku li Wan û Geverê 4 gerîla şehîd bûne.

HPG’ê ev agahî parve kir;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxistin. Agahiyên berfireh yên çalakiyan wiha ne;

WESAYÎTA ŞEXSÊ BEDEL DEMÎR HATE ŞEWITANDIN

Artêşa TC’ê ya dagirker ev demeke di navbera gundên Bêjinê û Mawa yên navçeya Şemzînanê de rêya ewlehiyê çêdikin. Hêzên me şexsê bi navê Bedel Demîr yê ku îhaleya rê girtî berê jî hişyar kirîbûn. Tevî hemû hîşyariyan jî ev şexs dest bi xebatên çêkirina rê kiriye, hêzên me roja 8’ê Tebaxê wesayîteke tîpa amarog û alavên têde yên girêdayî vî şexsî  di navbera gundên Bêgijnê û Mawayê şewitand.

LI ŞEMZÎNANÊ LI QEREQOLÊ HATE XISTIN; LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Roja 9’ê Tebaxê seat 09:15’an de hêzên me li dijî qereqola Sunê ya herêma Rûbarok ya Şemzînanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan herêm bi rêk û pêk topbran kir.

LI GIRÊ KOORDÎNE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê seat 11:00’an hêzên me li girê Koordîne yê navçeya Çelê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek li dar xist. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi rêk û pêk herêm bi obus û hawanan topbaran kir. Piştî topbaranê li herêma Koordîne û Şehîd Mûnzûr şewat derket.

LI GEVERÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Şeva 8’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundê Meskan yê navçeya Gever a Colemêrgê operasyonek da destpêkirin. Sibeha 9’ê Tebaxê di navbera yekîneyeke ya me dema  ku li ser erka xwe bûn û hêzên dagirker de şerekî giran derket. Di vî şerî de rêhevalên me Reşîd û Rizgar derbên giran li dijmin xist û heta fîşeka xwe ya dawî bi qehremantî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

LI PAYÎZAVA DERB LI WESAYÎTA ZIRXÎ HATE XISTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, hêzên me roja 7’ê Tebaxê seat 07:00’an li dijî wesayîteke tîpa kobra ya zirxî di navbera gundên Bilisava û Birabeder yê navçeya Payîzava ya Wanê çalakiya sabotajê li dar xist. Derb li wesayîta zirxî hate xistin, hejmar kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

LI PAYÎZAYA 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Piştî çalakiyê artêşa TC'ê ya dagirker li herêmê  operasyonek da destpêkirin. Di navbera hêzên me û dijminê ku teknîka giran bikartîne şerekî giran derket. Di vî şerî de rêhevalên me Cemîl û Çiyager li dijî dijmin bi fedaî şer kirin û şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bêne parvekirin."