HPG: Li Çelê 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li girê Şehîd Colemêrg ê navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn û 4 çeper û konteynirek îmha kirin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla yên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, artêşa Tirk êrîşên xwe yên hovane, ku cihê xwe di hiqûqa şer de nîne didomîne û hat gotin, "Êrîşa li dijî Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr a li herêma Qedîlê, ev rastî careke din raxistiye pêş çavan."

Di daxuyaniyê de li ser êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên hêzên gerîla ev agahî hatin dayîn:

"Roja 5'ê Nîsanê saet di 13:00 de, hêzên me li dijî komek ji leşkeran ku li ser girê Şehîd Colemêrg ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li hev civiya, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de 4 çeper û konteynirek hatin rûxandin. 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên li derdorê obus û hawan avêtin vê herêmê.

25'ê Adarê, li herêmên Vartînîk, Cibîryan û Deştê yên Dersîmê, artêşa TC dest bi operasyoneke berfireh kir. Operasyon ji aliyê bi hezaran leşker, tîmên taybet û çekên ji teknîkê ve hate meşandin. Di dema operasyonê de, di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa TC de şer qewimî. Di vî şerî de gelek kuştiyên çeteyên faşîst çêbûn. Çeteyên faşîst bomberdûmaneke giran li vê herêmê kirin. Di şerê vê derê de 14 hevalên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd, piştî ku zelal bûn wê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Roja 5'ê Nîsanê saet di 09:30 de, balafirên şer ên artêşa TC, bombe li mintiqeya Adilbeg a li herêma Avaşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

5'ê Nîsanê saet di navbera 11:00-12:30 de, balafirên şer bombe li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr a li herêma Qendîlê barandin. Ji ber bomberdûmanê, muzeya şehîdgehê xera bû.

5'ê Nîsanê saet di navbera 18:00-18:30 de, balafirên şer bombe li Şifreza ya Zapê barandin. Saet di navbera 19:30-20:00 de jî êrîşî herêma Şehîd Rustem kirin."