HPG: Li Amedê koordîneya operasyonê hate kuştin

HPG’ê ragihand ku serdarê ku koordîneya operasyona ku li Amedê dabû destpêkirin hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hate dayîn, Li Colemêrgê 6, li Wanê kontrayek, li Amedê 1 jê serdar 3 leşker hatin kuştin. Li Çewligê jî li dijî qereqolê çalakiyek hate kirin.

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera fermî parvekirî wiha ye:

LI ŞEMZÎNAN 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, 2’yê Tebaxê saet 15:00’an, li dijî girên ewlekariyê yên Qereqola Bêzelê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Girên ewlekariya qereqolê ji çar baskan ve hatin lêxistin, di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 6 leşkerên Tirk hatine kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad bombe kirin, saet 19:30’an jî bi alîkariya helîkopterên Skorsk kuştî û birîndarên xwe ji gir rakirin.

LI WANÊ KONTRAYEK HATE KUŞTIN

2’yê Tebaxê saet 12:00’ê hêzên me li devera Guzeldere ya girêdayî Wanê yekîneyekî kontra xistin di bin kontrola xwe de, heman rojê saet 15:00’an li dijî yekîneya ku hatibû hedefkirin çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiya ji nêz ve li kontrayan hate xistin de, bi qasî hate zelalkirin kontrayek hate kuştin, 2 kontra jî hatin birîndarkirin.

LI AMEDÊ SERDAREK Û 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

1’ê Tebaxê saet 05:30’an, artêşa Tirk a dagirker li derdorî Gundê Xoser a girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê dest bi operasyonekê kiribû. Hêzên dagirker ên Tirk ên ku ketin gundê Xoser zext û zilm li gundiya kirin, êşkence li welatiyan kirin.

1’ê Tebaxê saet 09:40’an hêzên me, li dijî koordîneya operasyonê ya li qontarên girê leşkeran çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de serdareke ku koordîneya operasyonê bi rêve dibir, li gel 2 leşkeran hate kuştin. Artêşa Tirk a ku di operasyonê de derbên giran xwarin, heman rojê saet 15:30’an bê ku encamek bi dest bixin vekişiya.

LI ÇEWLIGÊ LI DIJÎ QEREQOLÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de, 1’ê Tebaxê saet 23:00 li dijî Qerqola Şargê ya girêdayî Çewligê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya avahiya qereqol û çeper hatin hedefkirin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarê leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê 2’yê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li herêmên Şargê, Karavelyan û Sancakê dest bi operasyonekê kirine. Heman rojê operasyona ku bê ku encamekê bigire vekişiya, hêzên dagirker bi obus û hewanan Girê Şargê bobmberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê şewata ku derketî hê jî dewma dike.