HPG: Li Agiriyê yekîneyên veşartî derb xwarin, 13 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê eşkere kir ku gerîlayan derbeke giran li hêzên artêşa Tirk xistine, ku li Agiriyê derketibûn operasyonê û bi kêmanî 13 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê li ser çalakiyên Agirî û Colemergê ev daxuyanî da.

AGIRÎ

‘’21’ê Sibatê artêşa Tirk bi desteka yekîneyên xef li herêma çiyayê Agiriyê operasyonek daye destpêkirin.

Hêzên me 22’yê Sibatê saet 17.00’an di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê li deşta gundê Kulê li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyek li dar xistine. Ji du baskan ve li yekîneyên dijimn hatiye reşandin, 8 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Heta saet 18.00’an cenazeyên dijmin di kontrola hêzên me de mane. Derengiya şevê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên bê mirov û wesayitên zirxî kuştî û birîndarên xwe rakirine.

23’yê Sibatê saet 15.30’an hêzên me li dijî navenda koordînaeyê ya operasyonê ya li Qederçavûşê çalakiyek li dar xistine. Ji nêz ve derb li yekîneyên dijmin hatiye xistin, 5 leşker hatine kuştin û 1 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker dîsa bi desteka balafirên bê mirov dernegya şevê kuştî û birîndarên xwe rakirin. Operasyon beşek jê vekişiya lê bi yekîneyên veşartî operasyon didome.

ÇELÊ

22’yê Sibatê saet 10.30’an hêzên me li Çelê ya Colemêrgê li girê Koordîne li dijî mewziyên dijmin çalakiyeke li dar xistin. Mewziyên dijmin derbên serkeftî xwarin û bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de çend leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn nayê zanîn.

24’ê Sibatê (Îro) saet 10.00’an hêzên me li Çelê ya Colemêrgê hêzên me li mintiqeya Tepê Ortê amûreke hewayî ya bêmirov droneyeke artêşa TC’ê xistine. Qaqûtê drone di kontrola hêzên me de ye.’’