HPG: Li Agiriyê derbeke giran li hêzên dagirker hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li navçeya Bazidê ya Agiriyê derbeke giran li artêşa Tirk xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbare çalakiya 5’ê Kanûnê ev agahî dan:

"Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me 5’ê Kanûnê saet 11.40’î li Bazidê ya Agiriyê bi ser qereqola li ser rêya Serêkaniyê de girtine, li dijî wesayita zirxî ya artêşa TC’ê çalakiyeke sabotajê kirine. Di encama çalakiyê de cebilxaneya di wesayitê de teqiyaye û wesayit di kendalan wer bûye, bi temamî îmha bûye. Di vê çalakiyê de hemû leşkerên di wesayitê de mirine lê hijmara wan çend e baş diyar nebûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs, hawan û tangan qad bombe kirine."