HPG'ê li Şirnexê SÎHA'yek xist xwarê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên xwe li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şirnexê SÎHA’yek xistine xwarê û li herêma Barzanê leşkerek kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên xwe li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şirnexê SÎHA’yek xistine xwarê û li herêma Barzanê leşkerek kuştine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

LI ŞIRNEXÊ SÎHA HATE XISTIN

“Di 19’ê Hezîranê saet di 15.30’an de li Şirnexê hêzên me li dijî SÎHA’yê (Wesayîta hewayî ya bêmirov a çekdarî) ya ku dixwest xwe deyne balefirxaneya Şerafettîn Elçî çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me li vê SÎHA’yê dane û SÎHA xistine xwarê. SÎHA di navbera gundê Hoser û navçeya Hezexê de ketiye xwarê û ji hev belav bûye. Piştî çalakiyê  artêşa Tirk a dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon di 22’ê Hezîranê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

LI BARZANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me di 6’ê Tebaxê saet di 03.20’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker ya li Girê Bayrak a herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

ARTÊŞA TIRK LI ÇEWLIKÊ KEMÎNAN DATÎNE

Artêşa Tirk a dagirker di 27’ê Tîrmehê de li qada Korxolê ya Çewlikê bi wesayîtên hewayî yên bêmirov û tevî kontrayan operasyonek daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker li nava qadê geriyaye û di 4’ê Tebaxê de hêzên xwe ji qadê vekişandiye. Yekîneyên wan ên veşartî li qadê kemînan datîne.”