HPG: Li Şemzînan, Lêlkan, Çelê û li Bazîdê 35 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şemzînan, Çiyayê Govendê, Lêlkan, Çelê û li Bazîdê 35 leşker kuştine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li Şemzînan, Çiyayê Govendê, Lêlkan, Çelê û li Bazîdê bi giştî 35 leşker kuştine û bi dehan leşker birîndar bûne.

Daxuyaniya li ser malpera HPG’ê wisa ye:

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD AGIRÎ Û YA ŞEHÎD PÎROZ DIDOME

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de roja 23’ê Tîrmehê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxistin. Agahiyên di derbarê çalakiyan de wiha ne;

Hêzên me seat 03:30’an de li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a li herêma Şehîd Serhed a herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiya sekvanî lidarxist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Heman rojê seat 18:45’an de hêzên me li dijî leşkerên li herêma Deriyê Pan yê herêma Govendê bi cih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di vê çalakiyê de konteynira dijmin bû hedef. Bi awayekî serketî li konteynira dijmin hate xistin û konteynir hate rûxandin û 7 leşkerên di navê de hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên kobra herêm bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptera skorsky ji herêmê vekişand. Piştî bombebaranê agir bi herêmê ket.

LI LÊLKANÊ ÇALAKIYA JI 6 ALIYAN VE, 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 17:50’an li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li girê Lêlîkan yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê  bi cih bûbû çalakiyek berfireh lidarxist. Ji 6 baskan ve bi serketî li çeper û konên dijmin hate xistin, qasî hate tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek çeperên wan hatin rûxandin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkoptera atak bi desteka helîkopterên skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê vekişand.

LI ÇELÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Saet 18:15’an de hêzên me li dijî qereqola Gêman ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de nîzamiyeya qereqolê, çeper, kon û wesayît ji 2 baskan ve bûn hedef û bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Wesayîta zirxî ya tîpa BTR û wesayîteke leşkerî hate derbkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker herêm bi obus û hawanan bombebaran kir.

LI BAZÎDÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN Û 5 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhêdê de hêzên me roja 23’ê Tîrmehê seat 19:30’an de li dijî leşkerên li Tepê Koviya ku parastina ewlehiya qereqola KozîlÎ ya navçeya Bazî a Agiriyê dikirin çalakiyek li dar xist. Çeper, kon û kûleya li gir ji 3 baskan ve hate lêdan û qasî hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.”