HPG: Li Îdirê fermandarekî leşkerên Tirk hate kuştin

HPG'ê diyar kir, li herêma Kirê Korê ya Îdirê li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk hatiye xistin û di encamê de fermandarê yekîneyê hatiye kuştin. Her wiha li heman herêmê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Cemse hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya li Îdirê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, artêşa Tirk a dagirker ev demeke li herêma Kirê Korê a Îdirê bi yekîneyên veşartî operasyonê dike.

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê dewam dike, êvara 11'ê Kanûnê saet 21'ê li qada Kirê Sitîla yê heman herêmê li dijî yekîneyên veşartî çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û di encamê de fermandarê yekîneyê hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hejmara zelal nehate tespîtkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, hêzên HPG'ê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Cemse xistine ku hewl dida mudaxleyî qada çalakiyê bike.

Hate gotin ku derb li wesayitê hatiye xistin, lê hejmara leşkerên Tirk ên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Qereqolên dijmin ên li derdorê, piştî çalakiyê bi çekên giran li qada çalakiyê reşandine. Di şer de zerar negihiştiye hêzên me yên gerîla."