HPG: Li Çelê û Şemzînanê 19 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Çelê û Şemzînanê yên li dijî artêşa Tirk eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên di 31’ê Tîrmehê de yên li Çelê û Şemzînanê daxuyaniyek weşand.

Agahiyên ku HPG’ê dane wisa ye:

LI ŞEMZÎNANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan, Çelê û Geverê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakî li dar xistine.

Di 30’ê Tîrmehê de di saet 13.20’an de hêzên me li dijî girê Şikêrê Spî yê Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker di 15.30’an de operasyonek dane destpêkirin. Hêzên me yên YJA-Starê li dijî leşkerên ku derketine operasyonê çalakiyeke operasyonê li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI ÇELÊ 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 31’ê Tîrmehê de saet di 23.30’an de konvoyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker dema ku ji Çelê diçû Colemêrgê nêzî gundê Çemê Bedel bûye hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li vê konvoyê dane û li vê derê 2 wesayîtên zirxî îmha bûne. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra qada çalakiyê bomberdûman kirine.

Di 31’ê Tîrmehê de saet di 11.30’an de hêzên me li dijî leşkerên girê Elîşêr ê Geverê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

LI ŞEMZÎNANÊ OPERASYON

Di 30’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di navbera gundê Şapatan û Serero yê Şemzînanê çalakiyek dane destpêkirin. Hêzên dijmin xwe bera Gêdûka Bêtkarokê, girê Şehîd Zîlan û Xuro û gundê Serero dane û ketiye nav gundê Sereroyê. Leşkerên dijmin di gund de kontrol kirine  û bi çekên giran li derdora gund dane û agir bi bejahiyê ketiye. Operasyon hê jî didome.