HPG: Li Çelê 5 leşkerên dijmin hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, hêzên wan li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê ji 2 baskan ve li dijî çeper û stargehên leşkerên Tirk çalakî kirine û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla ya li Çelê û bomberdûmana artêşa Tirk agahî da.

LI ÇELÊ ÇALAKIYA JI DU BASKAN VE: 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja 12'ê Kanûnê saet 17:30'î, hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Serzêrê çalakiyek pêk anîn. Ji 2 baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li herêmê, piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana bi balafirên şer jî wiha hate gotin: "14'ê Kanûnê (îro) saet 09:20'î, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kokerê ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

13'ê Kanûnê saet 21:20'an balafirên şer qada Saca ya herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."