HPG: Leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Di çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê de li Çemçoyê bi taktîka sûîkastê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate cezakirin.
Di çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê de li Çemçoyê bi taktîka sûîkastê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da
“Di encama çalakiyên hêzên me de dagirker hate cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla, du caran bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirine wisa ye;
Di Çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê:
Di 3’ê Sibatê de saet 11.30’an de li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê tîmên me yên gerok bi taktîka sûîkastê li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî kiriye:
Di 3’ê Sibatê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 2, 3 û 4’ê Sibatê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM, herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”