HPG: Hêzên me ‘Yekîneyên Veşartî’ kirin jêr kontrola xwe û derb li wan xistin!

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Colemêrg, Êlih û Dersimê 12 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de got hêzen gerîla li Sasonê ‘Yekîneyên Xef’ yên artêşa Tirk kirin jêr kontrola xwe û li derb li wan xistin.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:

ÇALAKIYÊN LI ŞEMZÎNAN Û ÇELÊ

Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan a Colemêrgê û li Çelê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî li dar xistin.

9’ê Tebaxê li Şemzînan, li qada Govendê, li mintiqeya Rizdê Rûbarokê hêzên me yekîneyeke xef a artêşa TC’ê ya dagirker kirin jêr kontrola xwe. Leşkerên dijmin bi rojan di jêr kontrolê de man û 12’ê Tebaxê berêvarî hêzên me ew ji xwe re kirin hedef. Di vê çalakiyê de hêzên me ji sê milan ve li mewziyên dijmin xistine. Di vê çalakiyê de yên ku tespît bûne 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê saet 17.45’an artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs, hawan û balafirên şer qad daye ber bombeyan.

13’ê Tebaxê saet 10.00’an hêzên me dema ku ji qereqola Serêsêvê ya Çelê ber bi qereqola Êrîş ve diçû, êrîş bi ser tireke artêşa TC’ê de anîne. Di vê çalakiyê de wesayita tirê derb xwar lê diyar nebû ku di vê çalakiyê de çend leşkerên dijmin hatine kuştin û çend birîndar bûne.

LI SASONÊ ‘YEKÎNEYÊN XEF’ DERB XWARIN

Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de, hêzên me Sason û Qozlukê yekîneye xef a artêşa TC’ê ya dagirker ku ji mêj ve li qada Gomika kemîn datanî, kirin jêr kontrola xwe. Yekîneya dijimn demekê di jêr kontrola de ma, 12’ê Tebaxê saet 06.00’an li nêzî sirtên Talîna hêzên me bi ser yekîneya dijmin de çalakiyeke sabotajê kiriye. Di çalakiyê de bi rengekî diyarbûyî 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê yekîneya dijmin bi paş ve vekişiya.

LI DERSIMÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

11’ê Tebaxê li gundê Okê ya bi ser navenda Dersimê, hêzên me yekîneyeke xef a artêşa TC’ê ya dagirker kirine jêr kontrola xwe. Heman rojê saet 22.40’î yekîneyea dijmin bûye hedef û derbeke derb xwariye. Di çalakiyê de bi rengekî diyarbûyî yek jê fermandarê yekîneyê 3 leşker hatine kuştin, 1 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bi obûs û hawanê li qadê xistine û 12’ê Tebaxê, bi roj operasyon dane destpêkirin. Operasyon 13’ê Tebaxê bêyî ku tiştekî bi dest ve bîne vekişiyaye.

LI DERSIMÊ BOMBEKIRIN

10’ê Tebaxê saet 07.00-11.00’an artêşa TC’ê ya dagirker, qada Avkasor a bi ser navenda Dersimê û geliyê Şehîd Şakir bi obûs û hawanan bombe kiriye. Piştî obûs û hawanan bi helîkoptêrên kobra yên êrîşanînê qad bombe kirine. Piştî bombekirinê li araziyê şewat derketiye.