HPG: Hêzên me li Şirnexê li yekîneyê veşartî xistin

Navenda Çapemenî û Ragihandiyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê bi ser qereqola Granê de girtine.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Amedê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Daxuyaniya ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê dayî wiha ye:

YJA STAR LI QEREQOLA GRANÊ XIST

Bi çarçoweya qonaxa duyê ya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzen me li Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî pêk anîne.

10’ê Îlonê hêzên me yên YJA Starê saet 15.00’an li Şemzînanê bi ser qereqola Grana a artêşa TC’ê ya dagirker de êrîşek pêk anîne. Di çalakiyê de mewziyên dijmin ên di qereqolê de û avahî bi 14 rokêtan derb xwarine. Di vê çalakiyê de ku gelek mewzî hatin tinekirin û gelek avahiyan derb xwar, diyar nebû ku ji leşkerên dijmin çend kes hatin kuştin û çend birîndar bûn.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hewanan qad dane ber bomeyan. Li gorî agahiyan kifş bû ku gelek ambûlans çûne qereqolê û jê derketine.

11’ê Îlonê saetên di navbera 08.00 û 16.00’an de hêzên me du caran li yekîneyên dijmin ên li girê Şikêra Spî ya Şemzînanê xistin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li mewziyên dijmin ketin û di van çalakiyan de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn diyar nebû.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi obûs û hawanan qad daye ber bomeyan.

Heman rojê saet 18.00’an hêzên me li girê Astenga Reşa a Geverê bi ser konvoyeke leşkerî ya zirxî de ku ber bi qereqola Wargenima de diçû çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku wesayita zirxî derb xwar diyar nebû bê ka çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi çekên giran li derdorê reşandin, saet 20.10’an kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêrên skorskyê ji qadê rakirine.

DERB LI YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ XISTIN

Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me 11’ê Îlonê li navçeya Basa ya Şirnexê û li bajarokê Findikê, li mintiqeta Bermê yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê kirine bin kontrola xwe. Yekîneya dijmin ji berê sibehê heta êvarî di bin kontrolê de ma û saet 18.30’an hêzên me li wan xistin. Yekîneya dijmin derbeke derb xwar, baş diyar nebû bê ka di vê çalakiyê de çend ji wan hatin kuştin û çend jê birîndar bûn.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hewanan li qadê xistin. Piştî bombekirinê li zeviyan şewat derket û şewat hê jî berdewam dike.

LI SILOPYA OPERASYON

11’ê Îlonê berê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker li gundên Bespîn, Têrka û Banêxinir a Silopya ya Şirnexê operasyson da destpêkirin. Hêzên dagirker ku qad seh û kontrol kirin heman şevê bêyî ku encamekê bistîne bi paş ve vekişiya.

3 GERÎLAYÊN KU LI AMEDÊ JIYANA XWE JI DEST DANE

7’ê Îlonê artêşa TC’ê li Licê ya Amedê, li qada Sîsê bi Amûrê Hewayî yên Bêmirov operasyonek dane destpêkirin. Di operasyonê de ku êrîşa hewayî û teknîk zêde bi kar anîn 3 hevalên me şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Lezgîn Amed
Nav û Paşnav: Omer Ekîcî
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Felek - Şehmûs
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Îlon 2017 / Amed

Nasnav: Rûmet Boynate
Nav û Paşnav: Metîn Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: -
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Îlon 2017 / Amed

Nasnav: Zana Farqîn
Nav û Paşnav: Sedat Bîlîr
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Remziye - Mahmût
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Îlon 2017 / Amed