Li Şirnexê li dijî talana xwezayê dar hatin çandin
Rêxistinên Ekolojiyê li Herêma Bestayê li dijî talana xwezayê di çarçoveya kampanyaya “Tu jî darek biçîne, jiyanê şîn bike” dar çandin.
Rêxistinên Ekolojiyê li Herêma Bestayê li dijî talana xwezayê di çarçoveya kampanyaya “Tu jî darek biçîne, jiyanê şîn bike” dar çandin.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) û Platfroma Ekolojî ya Şirnexê li Herêma Bestayê tu talana xwezayê dewam dike, di çarçoveya kampanyaya “Tu jî darek biçîne, jiyanê şîn bike” dar çandin. Tevgerên Ekolojiyê yên Amed, Mêrdîn, Wan, Şirnex û Colemêrgê, rêveberên DBP’ê û gelek kes tevlî çandina daran bûn.
‘TEVKUJIYA EKOLOJÎK PARÇEYEK JI ŞERÊ TAYBET E’
Berdevkê Platforma Ekolojî ya Şirnexê Adnan Şenbayram di çalakiyê de axivî û diyar kir ku tevkujiya ku li Botanê tê dewamkirin gihiştiye astekî cidî. Şenbayram destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo xwezaya xwe bidomînin.
Piştre Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Zekî Îrmez axivî û diyar kir ku talana xwezayê li Kurdistanê parçeyek ji şerê taybet e. Îrmez bal kişand ser girîngiya kampanyayê û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê tevkujiya ekolojîk bidomînin.”
Piştî axaftinan gelek dar hatin çandin.