HPG: Gazên jehrî hate avêtin, berxwedana dirokî didome

HPG'ê ragihand dewleta Tirk li qada Werxelê ya herêma Avaşînê 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn bombe kiriye, dagirkerên ku xwestin ku bi pêş ve biçin hatiye şikandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniya niviskî de hate gotin qada Werxelê 18 caran bi teqemenî û gazên kimyewî hatiye bombekirin.

Daxuyanî wiha ye:

''Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herema Avaşînê;

-5'ê Îlonê saet di navbeyna 19:30-21:00'an de û 6'ê Îlonê di navbeyna 07:30-19:45'an de artêşa TC'ê ya dagirker 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn Qada Berxwedanê yaWerxelê bombe kirine.

Piştî bombekirinê dagirkeran xwestine ku ber bi Qada Berxwedanê ve bi pêş ve biçin, piştî ku Berxwedêrên Werxelê mudahele kirine bêyî ku encamekê bigirin vekişiyane. Artêşa TC'ê ya dagirker ji vê sibehê ve Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên jehrî bombe dike.

Li ser Qada Berxwedanê tevgereke zêde ya Dronan û balafirên keşfê hene.

6'ê Îlonê saet di navbeyna 11:30-13:00'an de derdora gungên Banîk û Minînê yên Heftanînê bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

-6'ê Îlonê saet di navbeyna 22:30-00:00'an de li xeta Qaşûra ya herêma Metîna tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî rojê derdora gundên Dêşîşê û Serarû yên nehyeya Kanî Masî ya navçeya Amediyê û Kela Qumriyê, Qadên Koordîne bi helîkoptêran hatiye bombekirin.

-6'ê Îlonê saeat di navbeyna 22:30-00:00'an li Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman a herêma Avaşînê de tevgera helîkoptêran çêbûye.  Eynî saetan qada Geliyê Basta bi êrîşên helîkoptêran hatiye bombekirin.''